Pompeo bo Elawî: Pirsgirêkan li gel kurdan çareser bike

Wezîrê derve yê Amerîkayê li serokwezîrê ku ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê hatîye erkdar kirin daxwaza kir, pirsgirêkan li gel kurdan çareser bike.

Navenda Nûçeyan - Şeva borî 23.02.2020ê wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peyvendîyekî telefonî li gel Mihemed Tofîq Elawî pêkanî.

Piştî wê peyvendîya telefonî Pompeo di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, di peyvendîyekî telefonî ya li gel Elawî de amaje bi wê yekê kirîye ku hikûmet pêwîste dawî bi tundîya dijî xwepêşanderan bîne.

Pompeo ragehand, daxwaza çaksazîyê li hikûmeta Iraqê û ceza kirina destdirêjkaran bo ser xwepêşanderan kirîye, bi awayekî bibe sedem ku daxwazên rewa yên xwepêşanderan bên bicîhanîn.

Herwaha berdevka wezareta derve ya Amerîkayê Morgan Ortagos jî ragehand, wezîrê derve yê Amerîkayê daxwaz ji Mihemed Elawî kirîye, pirsgirêkan li gel rêveberîya sîyasî ya Kurdistanê û sunneyan çareser bike.

Mike Pompeo herwaha ji Elawî re ragehandîye, divê Iraqê pêbend be bi parastina hêzên Amerîkayê û nûnerên dîplomasîyê.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

PAK: Bi dronan êrişî baregehên me hat kirin
Li Qamişloyê " Kongreya Sînemaya Rojava" hat lidarxistin
Ehmed Enwer: 160 dozên spîkirina pereyan ji Desteya Destpakiyê ya Herêmê re hatin şandin
Axios: Cooper ji Trump re gotiye ‘Êdî hedefên ku em li wan bixin nemane’
Arî Hersîn: Avanekirina hikûmetê çirke bi çirke zererê dide Kurdistanê