Pompeo: Ava kirina devera aram gavekî giring e

Wezîrê derve yê Amerîkayê radigehîne, dirustkirina devera aram li bakûrê Sûriyê, gavek giringe ji bo aştî û aramiyê.

Wezîrê derve yê Amerîkayê radigehîne, dirustkirina devera aram li bakûrê Sûriyê, gavek giringe ji bo aştî û aramiyê.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser rûpela xwe ya tora civakî ya twitterê nivîsandiye, ku pêşveçûn di danûstandinên di navbeyna Washington û Enqere de tên dîtin û her dû alî gihiştine mekanîzmayekî, ji bo çareser kirina gefên ewlekariyê yên li ser Tirkiyê.

Wezîrê derve yê Amerîkayê herweha nivîsandiye, dirustkirina devera aram li bakûrê Sûriyê gavek giring û baş e, ji bo asayiş û aramiya navçeyê.

Di çend rojên borî de, şandek leşkerî ya Amerîka li Tirkiyê bû û li gel berpirsên wî welatî, geheştin rêkeftina mekanîzmayekî ji bo avakirina devera aram li bakûrê Sûriyê.

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist