Pompeo: Ambargoya çekan a li ser Îranê bidawî nebûye

Pompeo: Ambargoya çekan a li ser Îranê bidawî nebûye

Ambargoya Neteweyên Yekbûyî ya çekan bi ser Îranê de, piştî 13 salan tevî daxwaza Amerîkayê jî nehat dirêjkirin û bidawî bû. Îranê doh Yekşemê ragihand ku qedexeya firotin û kirîna çekan li ser Tehranê bidawî bûye, lê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got, wê qedxeya çekan li ser Îranê berdewam bike û binpêkirina qedexeyê jî wê rastî cezayan bê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, qedexeya navdewletî ya çekan a li ser Îranê bi dawî nebûye û hişyarî da ku çi aliyê çekan bifiroşe Îranê yan jê bikire, wê were cezakirin.

Pompeo destnîşan kir, li gorî Waşhingtonê, hemû cezayên navneteweyî yên li dijî Îranê ji 19ê Îlonê ve hatine nûkirin û got, frotina çekan bo Îranê, wê weke binpêkirina biryara Konseya Ewlekariya ya jimar 1929 were dîtin, herwiha kirîna çekan ji Îranê, wê weke binpêkirina biryara Konseyê ya jimar 1747 were hesibandin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike