Politico: Amerîkayê kontrola şerê li dijî Îranê winda kiriye û êrişa bejayî take bijarde ye

.

Rojnameya navdar a Amerîkî "Politico" di raporekê de aşkere kir, tîma nêzîkî Serokê Amerîkayê Donald Trump gihîştine wê baweriyê ku êdî kontrola şerê li dijî Îranê ji destê Washingtonê derketiye. Li gorî raporê, ji bo rizgarkirina navûdengê Koşka Spî, niha tenê bijardeya "êrişa bejayî" wek çareserî li ser masê maye.

Rojnameya Politico li ser bingeha agahiyên ji çavkaniyên agahdar ragihand, piştî derbasbûna du hefteyan di ser destpêkirina şer re, ew hêviya Koşka Spî ya ji bo bidestxistina "serkeftineke bilez û di dema xwe de" bi temamî nemaye.

Di raporê de hat diyarkirin, dirêjbûna operasyonan bûye sedem ku Donald Trump êdî ne di warê demê de û ne jî di warê awayê bidawîkirina şer de xwedî kontrola pratîkî be. 

Di beşeke din a raporê de hatiye, navendên biryardanê yên li Amerîkayê di wê baweriyê de ne ku ji bo bidestxistina destkeftiyeke leşkerî yan siyasî ya ku Trump bikaribe wekî "serkeftin" pêşkêşî raya giştî bike, divê derbasî qonaxa êrişa bejayî bibin.

Yek ji çavkaniyan ji rojnameyê re gotiye: "Niha heta radeyekê Îran dem û cihê manê yê hêzên Amerîkayê li navçeyê diyar dike, ne Washington." 

Tevî ku zextên ji bo destpêkirina êrişeke bejayî zêde bûne, Politico balê dikişîne ser wê yekê ku beşek ji alîgirên Trump hişyariyê didin ku divê Koşka Spî di vî karî de "bilez" tevnegere û lêkolîneke hûr bike. Lêbelê heman çavkanî qebûl dikin ku bijardeyên li ber destê Washingtonê roj bi roj kêm dibin û şer ber bi asteke nediyar ve diçe.

Kurdistan Haberleri

Ji bo cara yekem.. Hikûmeta Sûriyeyê li Şam û Helebê Newrozê pîroz dike
Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku Pakistanê nexweşxane bombebaran kiriye
Destûr hat dayîn ku çekên welatên biyanî di ser Tirkiyeyê re derbas bibin
Şertên rêkeftina petrolê ya Hewlêr û Bexdayê çi ne?
Hewlêr û Bexdayê li ser şandina petrolê li hev kir: Hinartin sibe dest pê dike