Piştrastkirina nasnameya 257 welatiyên Kurd ên ku di xwepêşandanên seranserî yên Çileyê de hatine kuştin

.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê heta niha kariye nasnameya 257 welatiyên Kurd, ku di xwepêşandanên seranserî yên meha Çileya 2026an de ji aliyê hêzên serkutkar ve hatine kuştin, piştrast bike ku 19 jin û 20 zarokên bin 18 salî tê de hene.

Ev lîsteye ji aliyê tîma piştrastkirinê ya Hengawê ve hatiye piştrastkirin û di demek kin de dê profaylên her yek ji wan digel cangoriyên din ên li seranserê Îranê di beşa "Binkeya Zanyariyan a Cangoriyên Nerazîbûnên Giştî yên Çileya 2026an" de werine weşandin.

Kurteya amara pêwendîdar bi nasnameya 257 welatiyên Kurd ên kuştî:

- Herî kêm 20 zarokên di bin 18 saliyê de hatine kuştin

- Herî kêm 19 jin hatine kuştin

- Herî kêm 29 peyrewên kêmîneya ola Yarsan hatine kuştin

- Herî kêm 10 xwendekar hatine kuştin

- Herî kêm 5 pizîşk, peresdar û pizîşkên diranan hatine kuştin

- Herî kêm 2 endezyar û mamosteyek hatine kuştin

Xalên sereke li ser amarê:

- Kesên hatinî kuştin ji 67 bajarên cuda bûne

- Hejmara herî zêde ya cangoriyan li parêzgeha Kirmaşanê bi 89 haletan hatiye tomarkirin

- Hejmara herî zêde ya cangoriyan bi 145 haletan ji parêzgeha Kirmaşanê bûye

- Di du rojan de (8 û 9ê Çileyê) herî kêm 224 welatî hatine kuştin.

Cudakirina welatiyên cangorî li gorî parêzgehên ku tê de hatine kuştin:

Parêzgeha Kirmaşanê: 89 cangorî

Parêzgeha Tehranê: 70 cangorî

Parêzgeha Elborzê: 32 cangorî

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 16 cangorî

Parêzgeha Îlamê: 13 cangorî

Parêzgeha Xurasana Bakur: 10 cangorî

Parêzgeha Qezwînê: 5 cangorî

Parêzgehên Sine, Gîlan û Loristan: Her yek ji wan 4 cangorî

Parêzgehên Îsfehan, Merkezî, Hormozgan û Hemedan: Her yek ji wan 2 cangorî

Parêzgehên Mazenderan û Xûzistanê: Her yek ji wan 1 cangorî

Belavkirina cangoriyan li gorî parêzgeha jidayîkbûnê:

Parêzgeha Kirmaşanê: 145 cangorî

Parêzgeha Îlamê: 22 cangorî

Parêzgeha Sine: 20 cangorî

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 19 cangorî

Parêzgeha Xurasana Bakur: 13 cangorî

Parêzgeha Urmiyê: 9 cangorî

Parêzgeha Hemedanê: 9 cangorî

Parêzgeha Loristanê: 7 cangorî

Parêzgeha Qezwînê: 5 cangorî

Parêzgeha Gîlanê: 4 cangorî

Parêzgeha Tehranê: 3 cangorî

Parêzgeha Elborzê: 1 cangorî

Xwepêşandanên seranserî li Îranê di 28ê Kanûna 2025an de, piştî gireva kasibkar û bazariyan li dijî bilindbûna jiqasderçûyî ya nirxê Dolar li Tehranê hate destpêkirin û li seranserê Îranê belav bûn. Ev nerazîbûnane bilez ji aliyê hêzên serkutkar ve ber bi tundûtîjî ve çûn û xwepêşander li şeqaman hatine gulebarankirin. Bi curekê li gorî amar û belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, heta niha navê 1250 kes ji wan xwepêşanderên ku ji aliyê hêzên serkutkar ve hatine kuştin, hatiye piştrastkirin. Hengaw berdewam û rojane mijûlê tomarkirin û piştrastkirina vê lîsteyê ye.

Kurdistan Haberleri

Neyarên mafê diyarîkirina çarenivîsa Kurd, kî ne?
Parlamentoya Iraqê bo cara yekê bernameya rûniştina xwe bi zimanê Kurdî belav kir
Îlham Ehmedê hişyarî da: Lîstikên mezin hene
Li Rojhilatê Kurdistanê xizanî û bihabûn: Jin neçarî kolberiyê dibin
Şaredariya Amedê kursên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî vedike