Piştî qutikzeran cotkar jî dest bi çalakiyan dikin

Li Fransayê piştî ku hikûmetê ji ber çalakiyên bênavber ên ‘qutikzeran’ paşde gav avêt û bihakirinên li ser sotemeniyê paşde kişandin, vê carê cotkaran biryara çalakiyan wergirt.

Cotkarên Fransayê bi sedema ku bihayê berhemanînê pir zêde bûne, biryar standin ku heta hefteyekê çalakiyên protestoyî li dar bixin.

Ajansa AFPê bi zarê Serokê sendîkeya cotkaran Christiane Lambert, ragihand ku hîn dema destpêkirina çalakiyan nehatiye diyarkirin, lê ew plan dikin herî kêm maweya hefteyekê çalakiyan berdewam bikin.

Lamber herwiha diyar kiriye ku ew beşdarî çalakiyên qutikzeran nabin û tenê li ser daxwaziyên xwe çalakiyan li dar dixin.

Avrupa Haberleri

Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn