Hikûmeta Tirkiyeyê amadekariya projeyasayeke nû dike ku armanca wê çekdanîn û hilweşandina PKKê ye. Tê payîn ku ev "Qanûna Çarçove" piştî lûtkeya NATOyê pêşkêşî Serokatiya Perlemana Tirkiyeyê were kirin.
Li gorî nûçeya "BBC Turkish", hikûmeta Tirkiyeyê qonaxeke nû ya pêvajoya aştiyê amade dike. Projeyasaya ku ji 10 heta 11 xalan pêk tê, dê di 7 an jî 8ê Tîrmehê de (piştî lûtkeya NATOyê) were rojeva perlemanê û tê xwestin ku berî betlaneya havînê were pesendkirin.
Cîbicîkirina vê qanûnê bi şertekî sereke ve hatî girêdan; ew jî piştrastkirina çekdanîna temamî ya PKKê ye. Di naveroka projeyê de ev xalên sereke hene:
- Ji bo vegera endamên rêxistinê dema salekê tê diyarkirin.
- Ew kesên ku vedigerin û destê wan di tawanan de tune be, dê neyên girtin lê 5 salan qedexeya siyasî li ser wan tê danîn.
- Ev hêsankarî tenê endamên asayî digre nav xwe; serkirdeyên PKKê li derveyî vê qanûnê ne.
Rewşa Abdullah Ocalan û Îmralî
Derbarê rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, hikûmeta Tirkiyeyê her cure statuyeke fermî yan siyasî red dike. Li gorî projeyê, Ocalan dê wekî girtiyekî li girtîgeha Îmraliyê bimîne, lê dibe ku di qonaxên pêş de rê bê dayîn ku rojnamevan û akademîsyen hevdîtinê ligel bikin.
Rewşa li meydanê: Zap û Qendîl
Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê amaje bi wê dikin ku hinek nîşaneyên vekişîna gerîlayan ji herêmên Zap, Metîna, Gara û Qendîlê hatine dîtin. Lê belê AK Partî diyar dike ku ev gav hîn ne di asta daxwazkirî de ne û ew li benda kiryarên rasteqîn û cidîtir in berî ku qanûn bikeve warê cibicîkirinê.
Dîroka pêvajoyê
Ev pêngava nû piştî bangawaziya Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya di dawiya 2024an de dest pê kir. Di destpêka sala 2025an de Abdullah Ocalan bi peyameke vîdyoyî daxwaza çekdanînê kiribû. Wekî gaveke sembolîk jî, di Tîrmeha 2025an de komek gerîlayên PKKê li devera Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê çekên xwe şewitandibûn û dest ji şer berdabûn.
K24