Piştî karvedanan Demîrtaş Kurdî li malpera xwe zêde kir

.

Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş, piştî karvedanan zimanê Kurdî jî li malpera xwe ya bi 4 zimanan zêde kir ku ji bo wergirtina pêşniyarên xelkê vekiribû.

Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd  Selahattin Demirtaş, roja 2 Çileya 2023ê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku beşa şandina peyaman bo malpera wî hatiye zêdekirin û gotibû: “Hûn dikarin pêşniyarên xwe ji vir binivîsînin. Kesên dixwazin bi berfirehî binivîsînin jî bila ji vir binivîsînin: https://demirtasinfo.com/tr/mesaj-gonder. Dê hemû nêrînên we ji aliyê parêzerên min ve bo min bêne gihandin û bila gumana we nebe, ku ez ê bi hûrgilî binirxînim. Em destpê dikin, qewet be. Rêya we, rêya me vekirî be.”

Malpera Demirtaş bi zimanên Tirki, Îngilîzî, Almanî û Fransî hatibû vekirin û cih nedabû zimanê Kurdî. Nebûna zimanê Kurdî di malpera Demirtaş de li ser medyaya civakî rastî nerazîbûnan hatibû û bibû sedema karvedan.

Piştî karvedanan îro roja Pêncşemê 5ê Çileya 2023an zimanê Kurdî jî li ser malpera Demîrtaş hat zêdekirin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand