Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) di civîna xwe ya asayî de, bi yekdengî biryara vegera Partiya Pêşverû bo nava refên xwe qebûl kir. Herwiha ENKSê piştevaniya xwe ji bo hevdîtinên ligel General Mezlûm Ebdî û yekxistina helwesta Kurdî anî ziman.
ENKSê roja Sêşemê 10ê Berçileya 2025an li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî lidar xist û daxuyaniyek derbarê encamên civînê de belav kir.
Vegera Partiya Pêşverû û amadekarî ji bo kongreyê
Yek ji biryarên girîng ên civînê, pejirandina daxwaza Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (Pêşverû) bû. ENKSê ragihand ku wan bi yekdengî biryara vegera vê partiyê qebûl kiriye û ev pêngav wekî nîşaneya "yekrêziya navmala Kurdî" pênase kir.
Herwiha ENKSê lîsteya hilbijartinê ya Kongreya Pêncem pejirand û fermana destpêkirina amadekariyên cîbicîkirinê û pêkanîna lîjneyên taybet da.
Hevdîtinên li Kurdistan û Şamê
Desteya Serokatiyê raportek derbarê hevdîtinên xwe yên li Şam, Heleb û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir. Herwiha di daxuyaniyên de behsa civînên ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û civîna hevbeş a ligel Fermandarê HSDê General Mezlûm Ebdî, di bin çavdêriya Serok Barzanî de, hate kirin.
Civînê tekez kir ku ev hevdîtin piştevaniyeke mezin in ji bo "yekxistina helwesta Kurdî û bihêzkirina rola şanda Kurdî ya hevbeş".
Rexne li "Gotara Nefretê" û hişyarî ji bo partiyekê
ENKSê di daxuyaniya xwe de nîgeraniya xwe derbarê zêdebûna "gotara nefretê" li cem hinek aliyên nêzîkî Îdareya Veguhêz anî ziman û daxwaza rawestandina vê yekê kir ji ber ku "gefa li ser pêkvejiyanê û yekparçeyiya Sûriyeyê çêdike".
Di aliyê rêxistinî de, ENKSê bi awayekî fermî hişyarî da Partiya Naverast a Kurd ji ber ku bêyî agahiya ENKSê, li Şamê hinek çalakî pêk anîne.
Rewşa Serê Kaniyê û Girê Spî
Bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan, ENKSê bal kişand ser rewşa koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî û daxwaz ji desthilatdaran kir ku bi lez kar ji bo vegera wan bo ser mal û milkên wan bikin.