Piştî êrîşa ser tesîsên atomî Serokomarê Îranê yekem car diçe Amerîkayê

.

Hate ragihandin ku Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan hefteya bê serdana New Yorkê dike ku ev serdan piştî êrîşa Amerîkayê ya ser 3 tesîsên nukleerî yên Îranê yekem serdan e.

Ajansa nûçeyan a Îranî Exbariye Acile ragihandiye ku di vê serdanê de Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî dê ligel Pizîşkiyan be û hatiye diyarkirin, ev serdan dê bibe derfetek ji bo gotûbêjên rasterast bi serokên sê welatên Ewropî (Almanya, Fransa û Brîtanya) re derbarê mekanîzmaya sepandina cezayan û dosyeya atomî ya Îranê de.

Serdana Pizîşkiyan di demekê de tê ku alozî li ser bernameya atomî ya Îranê zêde bûne û welatên Almanya, Fransa û Brîtanya (E3) amadekariyê dikin ku mekanîzmaya vegerandina cezayan li dijî Îranê çalak bikin.

Li gorî vê mekanîzmayê, piştî bidawîbûna dema Biryarnemaya 2231 a Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî, cezayên navneteweyî dikarin di nava kêmtirî 30 rojan de careke din li ser Îranê bên sepandin.

Wê New Yorkê 9ê Îlonê 80êmîn Civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî pêk wer û Serokomarê Îranê jî beşdarî dike.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin