Li gorî medyaya Îranê, piştî şerê 12 rojan ê bi Îsraîlê re ji ber qeyrana darayî herî kêm 150 rojnameger li wî welatî ji kar hatine derxistin.
Rojnameya Hem Mîhenê di raporeke xwe de ragihand ku piştî bidawîbûna şerê 12 rojan ê bi Îsraîlê re dezgehên ragihandinê yên Îranê bi awayekî komî karmendên xwe ji kar derdixin.
Di raporê de hat wiha hatiye gotin, “Heta niha herî kêm 150 rojnameger û karmend ji dezgehên ragihandinê yên curbicur hatine derxistin û meaşê gelek kesên din jî hatiye kêmkirin an jî neçar mane ku destûra bê meaş wergirin.”
Rojnameyê nivîsandiye ku rojname û malperên wekî Rahê Perdaxt, Îqtisad Online, Dunyayê Îqtisad, Xeber Online û Eko Online ji wan medyayên in ku piştî şer hejmara karmendên xwe kêm kirine.
Li gorî raporê, dezgehên ragihandinê yên Îranê derxistina rojnamegeran bi pirsgirêka darayî ve girê didin û diyar dikin ku ji ber şer reklama wan nemaye û dahata wan gelek kêm bûye, lewma neçar mane ku hejmara karmendên xwe kêm bikin.
Rojnameger van hincetan red dikin. Yek ji wan rojnamegerê ku ji kar hatiye derxistin got, “Dema ku mûşek li derdora me diketin, em li odeya nûçeyan bûn û me nûçeyên xwe dinivîsandin lê niha ku şer bi dawî hatiye, dibêjin êdî pêdiviya me bi we nîne.”
Endamê Desteya Rêvebir a Encûmena Pîşeyî ya Rojnamegerên Îranê Morteza Karder ragihand ku hejmara rastî ya rojnamegerên ji kar hatine derxistin ji 150 kesî zêdetir e.
"Pêleke mezin li pêşiya me ye"
Li gorî gotina Karder, qeyrana aborî ya ji ber şer tenê hincetek e ji bo rêveberên dezgehan ku hesabên xwe bi karmendên xwe re safî bikin.
Morteza Karder di berdewamiyê jî de got, “Ev tenê destpêka çîrokê ye û eger çareserî neyê dîtin, pêleke mezintir a jikarderxistina rojnamegeran li pêşiya me ye.”
Îsraîlê 13yê Hezîrana 2025an êrişî Îranê kir, piştî wê Îranê bi mûşekên balîstîk û dronên bombebarkirî bersiv da.
Roja 22yê Hezîranê, Amerîka ket nav şer û êrişî baregehên atomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî 24ê Hezîranê agirbest ragihand.