Piştî dirêjkirina agirbestê petrol erzan bû

.

Piştî ku Serokê Amerîkayê agirbesta li gel Îranê dirêj kir, bihayê petrolê daket bin 100 dolarî.

Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrolê destpêkê nêzîkî dolarekî bilind bû.

Lê belê piştî çend saetan, ji ber biryara dirêjkirina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de berê bihayê petrolê guherî û daket.

Bihayê bermîla petrola brent a Deryaya Bakur 21 sentan daket û bermîlek bi 98 dolar û 27 sentan hat kirîn û firotin.

Bihayê bermîla petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 28 sentan daket û bû 89 dolar û 39 sent.

Divê were gotin ku roja sêşemê bihayê her du cureyên petrolê bi rêjeya ji sedî 3 bilind bûbû.

"Bazar di nav nediyariyê de ye"

Analîstê Şîrketa Şêwirmendiyê ya Nissan Securitiesê Hiroyuki Kikukawa li ser mijarê daxuyanî da.

Hiroyuki Kikukawa got, "Hîn jî Tengava Hurmizê girtî ye û encama dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de ne diyar e.

Lewma bazara petrolê di nav nediyariyeke mezin de ye."

Wî pisporî destnîşan kir ku niha bazar nikare berê xwe diyar bike.

Li gorî gotina wî heta ku şer ji nû ve dest pê neke, dê bihayên petrolê di asta xwe ya niha de bimînin.

Kurdistan Haberleri

Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Roja bavan pîroz be
Girtiya Kurd Kejal Rehmanî 2 hefte ne di grevê de ye: Rewşa wê xirab e
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî 210 efser mezûn dibin
Bi dronê êrîş li mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî hate kirin