Piştî destpêkirina şer yekem car berpirseke bilind a Yekîtiya Ewropa serdana Kîevê dike

.

 Hat ragihandin ku wê Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola, serdana paytexta Ukrayna Kîevê bike ku hîn jî di bin xeteriya êrîşên Rûsyayê de ye.

Mestola daye xuyakirin, "Diçim Kîevê. Ez ê li ser navê Parlamentoya Ewropayê peyama hêvîyê û piştgiriyê bigihînim.”

Ev yekem serdana rayedareke bilind a Yekîtiya Ewropayê ye ku piştî destpêkirina êrîşên Rûsyayê yên zêdetirî mehekê ye berdewam dikin, serdana Ukraynayê dike.

Beriya niha jî serokwezîrên Polonya, Çekya û Slovenyayê serdana Kîevê kiribûn û piştgiriya xwe bo Serokê Ukrayna Volodomir Zelensky nîşan dabûn.

Zelensky beriya niha di peyameke xwe de berpirsên welatên dost vexwendibûn Ukraynayê û gotibû, hîn jî asmanê me ji fuze û balafirên rûsî re nehatiye girtin.

Avrupa Haberleri

PWK-SWÊD, LI STOCKHOLM Û ÛPSALAYÊ CIVÎNÊN AGAHDARÎYÊ LI DAR XIST
Li Fransayê hezar polîs birîndar bûn û nêzîkî 2400 kesî hatin desteserkirin
Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin
Li 5 welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan
Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin