Piştî bi dehan salan Kurdên Êzidî vedigerin gundê xwe yê li Şirnexê

.

Vegera Kurdên Êzidî ya gundê Kiwêxê yê navçeya Hezexê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê didome.

Kiwêx yek ji gundên Kurdên Êzidiyan e û beriya koçberiyê gundekî şên bû lê piştre vala bû.

Ev demeke gundiyên wê derê ji Ewropayê vedigerin û xaniyên xwe nûjen dikin.

Ew li zevî û baxên xwe jî çandiniyê dikin.

Jêrxaneya gund amade ye

Hat ragihandin ku jêrxaneya gund amade ye.

Niha 5 malbat bi temamî vegeriyane gund û 5 malbat jî xaniyên xwe çêdikin û amadehiya vegerê dikin.

Şêniyê gund Nusrettîn Gencê ku piştî 47 salan ji Almanyayê vegeriyaye got:

"Ez 47 salan li Almanyayê mam. Niha ez li gundê xwe hest bi ewlehî û aramiyê dikim. Niha 10 xanî amade ne û me bi 20 malbatên din re jî axiviye ku ew jî dê vegerin."

Bala geştyaran dikişîne

Li gel vegera welatiyan, gundê Kiwêxê bala geştyarên navxweyî yên Tirkiyeyê jî kişandiye.

Gundê Kiwêxê yek ji gundên herî kevn ê Kurdên Êzidî yên li herêmê ye û dîroka wî vedigere beriya hezar û 200 salan.

Geştyar Oya Yuraktumenê dîtinên xwe wilo anîn zimên:

"Min hêviya liv û tevgereke ew qas mezin nedikir. Gelek kes vê derê ziyaret dikin, ev jî nîşan dide ku girîngiya vê derê tê zanîn."

Birêvebirê Saziya Çand û Geştyariyê ya Şirnexê Celal Baz jî li ser rewşa gund axivî û got:

"Li herêma me tevgereke geştyariya navxweyî heye. Ev gundek e ku mînaka wî li Tirkiyeyê kêm e.

Mercê herî girîng ê sektora geştyariyê hebûna ewlehiyê ye ku niha li gund û temamê navçeyê aramî heye."

Bi hezaran gund hatibûn valakirin

Ji ber şerê çendîn salan ê di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKyê de, li 14 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund hatibûn valakirin.

Di salên dawî de hinek gund ji nû ve tên avakirin û xelk li gundên xwe vedigere.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan