Piştgiriya Batman Petrolsporê bo Amedsporê: Goşt û neynok ji hev nayên veqetandin

.

Beriya lîstika Amedsporê ya ku roja Çarşemê li Stadyuma Diyarbekirê tê lîstin, Batman Petrolsporê ragihand ku ew dixwazin beşa tribûnan a ji bo wan hate veqetandin ligel alîgirên Amedsporê parve bikin.

Di Lîga 2yemîn a Koma Spî ya Tirkiyê de  Amedspor ev hefta li pêş me dê li Stada Diyarbekirê Batman Petrol Sporê bike mêvan.

Lîstika Amedspor û Batman Petrolsporê ku dê 5ê Cotmehê roja Çarşemê saet di 19:00 de bê lîstin, lê ji ber cezayê li Amedsporê hate birîn dê rê nedin alîgirên têkevin stadê.

Beriya lîstikê Batman Petrolspor peyameke balkêş li ser hesabê xwe yê twitterê parve kir û diyar kir ew amade ye beşa stadê ya ji bo wan hate veqetandin ligel alîgirên Amedsporê parve bikin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Batman Petrolsporê hat dayîn de wiha hat gotin: “Em difikirin ku roja Çarşemê di lîstika li derveyî bajêrê me de futbol dê ligel temaşevanan xweş be. Ji ber vê yekê em dixwazin heman trîbûnên ji bo ve hatine veqetandin bi bi birayên xwe yên Amedsporê re parve bikin.”

Batman Petrolsporê herwiha heştaga “#EtTırnaktanAyrılmaz #BatmanAmed / Goşt û neyno ji hev nayên veqetandi” bikar aniye.

Lineya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (TFF) ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) ji ber bûyerên di maça Amedspor-Bursasporê de qewimîn, hinek ceza li tîma Amedsporê birîbû weke 140 hezar TL û du lîstik jî bê alîgir.

Kurdistan Haberleri

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir