Pispor li Bonnê civiyan: Sûriyeyeke çawa pêkan e?

.

Li bajarê Bonnê yê Almanyayê, pispor û nûnerên pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê li ser paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê civiyan.

Di çalakiyê de pirsên wekî avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî, misogerkirina mafên jinan û hesabpirsîna ji tawanên rejîma Esed hatin nîqaşkirin.

Li bajarê Bonnê yê Almanyayê ji bo nîqaşkirina paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çalakiyek hat lidarxistin.

Pisporên ji gelek aliyan kom bûn û li ser çend pirsên sereke nêrîn û nirxandinên xwe parve kirin:

- Sûriyeyeke demokratîk bi binyadên federalî an nenavendî pêkan e?

- Mafên jinan û wekhevî çawa dikarin bên misogerkirin?

- Hesabpirsîn ji tawanên di dema rejîma Esed de çawa dikare were kirin?

- Sîstemeke nû ya dewletê dê çawa be û gelo ev yek di bin hikûmeta nû de pêkan e?

"Armanc: Dengê xelkê Sûriyeyê bigihêje Almanyayê"

Dr. Hidir Çelîk ji Saziya Evancîlîiyê ya ji bo Xebatên Koçberiyê, armanca çalakiyê bi van gotinan anî ziman:

"Armanca me ya hevpar ew e ku em rewşa xelkê Sûriyeyê li vir, di nava raya giştî ya Almanyayê de, bidin nasîn.

Li Sûriyeyê çi diqewime? Bandora wê li ser mirovên ji çandên cuda û kêmaniyan ku li wir dijîn çi ye? Û ev mijareke ku me li vir li Almanyayê jî mijûl dike.

Nêzîkî 1,2 milyon mirovên ji Sûriyeyê li vir li Almanyayê dijîn, ku piraniya wan piştî sala 2015an wekî penaber hatine Almanyayê, di nav wan de Kurd û mirovên ji kêmaniyên din jî hene."

"Hevgirtina Kurd û Durziyan gelekî girîng e"

Yek ji beşdarên çalakiyê, çalakvanê siyasî yê Durzî Omar Alkadamani bû. Wî ji Rûdawê re behsa girîngiya hevgirtina pêkhateyan kir û da zanîn ku Kurd û Durzî piştgiriya hev dikin:

"Ev hevgirtina di navbera aktorên cuda de, bi taybetî di navbera Kurd û Durziyan de gelekî girîng e.

Divê ev yek zêdetir bê bipêşxistin, ji ber ku pêkhate xwedî ezmûnên hevpar in û ji ya ku mirov texmîn dike, gelek zêdetir tiştên wan ên hevbeş hene.

Wekî mînak, êşa hevpar a ji dubarebûna komkujiyên li dijî Êzidiyan û Kurdan, weke ya li dijî Durziyan e."

Di çalakiyê de, nûnerên pêkhateyên din jî amade bûn û li ser rewşa xwe ya li Sûriyeyê axivîn.

Nivîskar û rojnamegera Êzidî Arîn Ceeferê jî bal kişand ser tirs û birînên kûr ên gel û got:

“Bawer bike eger wiha bibe parçebûn tê de tine. Tirsek ketiye dilê miletê û nikare zû bi zû dev jê berde. Hîn birîn kûr e."

"Amerîka pîvana siyaseta Sûriyeya nû ye"

Ji bo nirxandineke giştî ya rewşa Sûriyeyê li ser asta navneteweyî, mafnas û pisporê Rojhilata Navîn Dr. Nesîf Neîm jî axivî.

Neîm bal kişand ser rola Amerîkayê û guherîna helwesta rêveberiya nû ya Şamêû got:

"Amerîka di vê qonaxa Sûriya nû de, pîvana karê siyasî û karê navdewletî ye, her wiha aliyê navneteweyî yê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê.

Tiştê bala me kişandî ku rêveberiya nû di du qonaxan re derbas bû, qonaxa beriya hevdîtina birêz Şer bi birêz Trump re li Riyadê û qonaxa piştî wê."

Di dawiya çalakiyê de derfet ji beşdaran re hat dayîn ku pirsên xwe ji axiveran bikin û nêrînên xwe bibêjin.

Her çend ji bo pêkhateyên Sûriyeyê çarenivîseke zelal xuya neke jî, giftûgoyên bi sûd hatin kirin.

Bûyerên dawî yên li Sûriyeyê nîşan didin ku ew welat hê jî li hevsengî û dadperweriyê digere, û di navbera hêvî û bêhêvîbûnê de ye.

Kurdistan Haberleri

XEZE - Hemasê hemû dîlên sax berdan
CONIFAyê Stadyuma Kobaniyê pîroz kir
Lîsteya serokên beşdarî Lûtkeya Aştiyê ya Şarm el-Şêx dibin hate ragihandin
Efrîn: Bi pêngava "Efrîn Hêja ye" 20 hezar dar li Girê Meydankê tên çandin
Îranê peyamek zelal ji Rojava re şand: Ev xeta me ya sor e!