Pirtûka Şoreşa Bidlîsê derket: ‘Mele Selîm û Parastina Wî Ya Li Dijberî Îttîhad û Terakkiyê’

.

Weşanên DOZê pirtûkeke nû ya bi navê "Mele Selîm û Parastina Wî Ya Li Dijberî Îttîhad û Terakkiyê" weşand. Ev berhem, ku yekem xebata lêkolîner Orhan Nûrî Amîl e, roniyê dide ser Şoreşa Bidlîsê û kesayetiya Mele Selîm.

Orhan Nûrî Amîl bi salan e ku li ser vê bûyera dîrokî û Mele Selîm lêkolînan dike û hewl dide ku vê serhildana girîng dîsa bîne rojevê. Pirtûk, dîroka Kurdan a dawiya serdema Osmaniyan zelal dike û li ser berxwedana gelê Kurd a li hember siyaseta tund a rêxistina Îttîhad û Terakkiyê disekine.

Di pirtûkê de tê destnîşankirin ku tradîsyona ji Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şêx Xalid, Şêx Sexbetullah, Şêx Şahabeddîn û Şêx (Mele) Selîm pêk tê, li Kurdistanê xeteke neteweyî û dînî temsîl dike. Vê xetê hewl daye ku li Kurdistanê Îslameke bi rengê Kurdî pêş bikeve. Lê belê, di şexsê Mele Selîm û Şoreşa Bidlîsê de, ev xet ji aliyê emperyalîstên wê serdemê û îttihadiyan ve hatiye astengkirin û qutbûneke dîrokî li Bakurê Kurdistanê rû daye.

Ev pirtûk ji bo kesên ku dixwazin beşik Ji dîroka Kurd-Kurdistanê û têkoşîna li dijî zordestiyê baştir fêm bikin, çavkaniyeke girîng e.

Kurdistan Haberleri

Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt
Stephane Dujarric: Di du rojên pêşiyê yên şer de zêdetirî 100 hezar kesan ji Tehranê derketine
Êrîşên esmaniyên Îsraîl û Amerîka bo ser binke û cebilxaneyên rêjîmê bi tundî berdewam in
Serok Barzanî: Raperîn hilgira peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye
PDK: Divê hemî alî bo tenahiya Herêma Kurdistanê û parstina destkeftiyên me bixebitin