Pirtûka koma çîrokan ya bi navê “Tawana Pîroz” ya berhema Bêhzad Qadrî

.

Pirtûka koma çîrokan ya bi navê “Tawana Pîroz”, nûtirîn berhema Bêhzad Qadrî, çîroknivîs û rojnamevanê xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê weşanxaneya bi navê “49 Pirtûk” li Ewropayê hat çap û belavkirin.

Ev pirtûka sêyemîn koma çîrokên “Bêhzad Qadirî” ye û duyemîn berhema navbirî ye ku li Ewropayê tê çap û belavkirin.

Sala 1396`an pirtûka koma çîrokên bi navê “Nêçîrvanê Demsalan” û li sala 1397`an jî pirtûka koma çîrokan ya bi anvê “Hêza Meçêt”, ji aliyê wî nivîserî ve li bajarê Merîwanê hatibû çap û belavkirin kuç çapa duyem a pirtûka “Hêza Meçêt”, li Banemera îsal li Ewropayê hat çap û belavkirin.

Herwisa Bêhzad Qadirî li sala 1397`an, pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye û niha li Dezgeha Ragihandina Giştî ya vê Partiyê de xizmeta gel û axa xwe dike.

Pirtûka koma çîrokên “Tawana Pîroz” li 100 rûpelan û 12 çîrokan pêk hatiye.

(Çavkanî: Kurdistan Media)

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin