Pirsgirêkên Rojnamegeriyê di sempozyûma IPI’yê de hate gotûbêjkirin

.

 Pirsgirêkên rojnamegeriya Tirkiye, li Stenbolê di sempozyûmekê de hatin gotûbêj kirin. Saziyên sivîl ên medyayê, rexne li wê yekê digrin ku,  digel hebûna pêvajoya aştiyê, fişar û astengiyên mezin hene. 

li dijî rojnamgeran berdewam e. Digel fişarên siyasî qeyrana aborî jî bûye fişareke nû bi ser rojnamegerên serbixwe. Rojnameger, yasanas û civaka medenî ya Tirkiyeyê, di sempozyuma rojnamgeriyê ya 75emîn a Peymangeha Ragihandinê ya Navdewletî de hatin cem hev.

Di roja yekem a sempozyumê de digel pirsgirêkên giştî yên rojnamegeriyê taybet mafê gihiştina zanyariyan hate axaftin.

Endamê Sekreteryaya IPI Uraz Kaspar ji K24ê re got: “Projeya me ya îsal ew bû ku rojnameger û welatî çawa dikarin xwe bigihînin zanyariyan. Îro çend gotûbêj li ser vê mijarê tê kirin. Di roja duyem de jî ezmûnên pîşeyî yên rojnamegerên ku pêştir di medyayên mezin de kar kirine û paşê dest jê berdane û vegeriyane şêwaza rojnamgeriya nûjen dê were gotûbêjkirin. Wan çawa xwe bi civakê û rojnamegeriya nûjen gûncivandine û modelên nû yên dahatên wan çi ne. Herwiha fişarên bi ser rojnamegeran jî berdewam rojeva saziya me ye.”

Saziyên sivîl ên rojnamegeran jî di sempozyumê de amade bûn ku yek ji wan jî Komeleya Xebatên Medya û Yasayê bû.

Li gor rêvebera vê komeleyê, li Tirkiyeyê digel fişarên siyasî, qeyrana aborî jî fişareke nû ye li ser rojnamegeran û rojnamegerên ku bêkar dimînin roj bi roj zêdetir dibe.

Rêvebera Komeleya Yasa û Medyayê Bariş Altintaş dibêje: “Digel hebûna pêvajoya aşitiyê jî fişarên bi ser rojnamgeran qet ranewestiyaye. Lêpirsînên bi tohmeta endamtî û bangeşekirina terorê berdewam in. Ji alîkî din ve qeyrana aborî jî rewşa rojnamegeran xirabtir kiriye. Li gor min aborî jî cûreyek e ji fişaran. Em di serdemek wisa de ne ku, ne rojnamegerên serbixwe dikarin kar peyda bikin ne jî dezgehên serbixwe dikarin karên xwe bikin.”

Di sempozyumê de hevnêrînbûna giştî ya beşdar û mêvanan ew bû ku, mafê gihiştina zanyariyan tenê mafê rojnamgeran niye ya hemû welatiyan e û divê qedexe û astengiyên li pêşiya vî mafî rabin.

(K24) 

Kurdistan Haberleri

Malbatên girtiyan ji Şamê re: Zarokên me wek karta siyasî bikar neyînin
Kolberê Serdeştî ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin
Serokkomarê Îranê fermana vekirina înternetê da
Hoşyar Zêbarî: Amerîka dixwaze Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de bi hêz be
PAK: 9 Pêşmergeyên me di êrişeke Îranê de birîndar bûn