Pirsa Urmiyê pevçûna nasyonalîzma Kurd û Tirk e, yan stratejiya jeopolîtîk û ewlehiyê ya hevkêşeyên herêmê ye?

.

Mihemed Salih Qadirî

Di raya giştî de wisa hatiye xuyakirin ku pirsgirêka Urmiyê û herêmên bakurî heta ku digihîje Çemê Erez, pêwendiya wê bi mijara nasyonalîzma Kurd û Tirk û desthilatdariya her yek ji neteweyên Kurd û Azerî li wê deverê, yan jî pirsa sînorî ya di navbera Kurdistan û Azerbaycanê de li "Medyaya Biçûk" heye. Ev şîrove jî pişta xwe bi komek faktorên dîrokî, cografî, civakî, çandî, aborî, ewlehî û îdarî ve girêdaye, ku di qonaxên cuda yên dîroka tijî  ji hilkişîn û daketinên vê deverê de, Kurd û Azerî tevlî çarenûseke hevpar û di heman demê de pevçûnên berdewam li wê deverê kirine, lê ti yekî ji wan nekarîbû yê din ji holê rake, yan jî înkara rastiya hebûna hevdu di wan hevbeşiyan de bikin.

Kurdên Rewadî, Şedadî û Hezbanî ku bi sedên salan bajarên Tewrêz, Urmiye û Genceyê, cografyaya "Medyaya Biçûk" navenda desthilata wan bû, di nîvê sedsala yazdehan de piştî hatina Tirkên Oxûz û Selcûqiyan ji Asyaya Navîn bo wan herêman, êdî dawî li desthilata wan hatiye anîn û pêvajoyeke nû ya desthilatdariya Tirkên Selcûqî li wê herêmê dest pê kiriye û hêdî-hêdî bingeha nasnameyeke çêkirî û biyanî ya "Tirk" ji bo Azeriyên bermayiyên "Atropat", fermandar û desthilatdarê navdar ê Kurdên Medyaya Biçûk di serdema Hexamenişiyan de darijtine, û zimanê xelkê niştecihê wan herêman di pêvajoyeke du sed salî de bo Tirkî hatiye guhertin û ji wê demê ve heta niha li wê deverê êdî aliyê din ê hemberî Kurdan, Azeriyê Tirkîaxiv bûye û her çi nakokiyek di navbera Kurd û desthilata navendî de li Memalikê Mehrûse û paşê jî di erdnîgariya siyasî ya Îranê de çêbûbe, yekem pevçûn li gel Azeriyan bûye ku ji ber dijminatiya xwe ya li gel Kurdan, bûne mertalê belagerdanê yê desthilata navendî li Îranê.

Di serdema şerê navbera Sefewî û Osmaniyan de, Azeriyan bi nasnameya olî ya Şîe li dijî Tirkên Osmanî yên Sunî şer kirine û xwe bi nasnameya Tirktiyê ve girênedane û xwe wek Azeriyê Şîe yê Sefewî pênase kirine.

Hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û avabûna dewleta Azerbaycanê bandoreke berbiçav li ser geşbûna hesta neteweyî ya Azeriyên Îranê kir. Di du dehsalên borî de pirsgirêkeke stratejîk û metirsîdartir a din berê xwe daye Kurdên wê deverê, ew jî ev e ku her yek ji welatên Tirkiye û Azerbaycana Bakûyê çavên xwe berdane ser pêgeha jeopolîtîk a vê herêma teng a sînorî û ji bo ku bixin bin kontrola xwe û pişta korîdora Zengezûrê ji bo girêdana Tirkiye û Azerbaycanê bi Asyaya Navîn û Qefqasyayê re xurt bikin, bi rêya Azeriyên panturkîst hewl didin hebûna Kurdan li wan sînoran wekî pirsgirêka ewlehiyê û astengiya sereke li ser rêya armanca xwe ya jeopolîtîk pênase bikin û hewla tunekirina Kurdan li wê deverê bidin. Panturkîstên Tirkiyeyê di du dehsalên borî de di nav Azeriyên Îranê de bi awayekî sîstematîk bi rêya komek rêxistinên siyasî û çalakvanên sivîl û dezgehên ragihandinê, fikra panturkîzmê belav dikin û ji bo serxistina projeya pantûranîzmê û girêdana Tirkên Rojhilata Navîn bi Asyaya Navîn û Qefqasyayê re, hebûna Kurdan li Urmiye, Selmas, Kotol, Kela Xwê, Mako û Poldeştê wekî astengiyek li ser rêya cîbicîkirina stratejiya xwe dibînin û dixwazin bi handana Azeriyan li dijî Kurdan şerekî li wan herêman derxin û wê mijarê bikin hinceta gefa ewlehiyê li ser sînorên xwe û di dawiyê de ji bo piştgiriya Azeriyan destwerdanê bikin û Kurdan ji wan herêman derbider bikin û çarenûsa Urmiyê wek Efrînê lê bikin.

Di rewşeke wiha metirsîdar de ku pîlanên sîstematîk û gefên berdewam ên panturkîstan metirsiyeke cidî li ser jiyan û ewlehiya xelkê û nasnameya Kurdistanîbûna Urmiyê û derdora wê çêkiriye, pêwîst e hemû partî û aliyên siyasî û rêxistinên sivîl û akademîsyen û ronakbîrên bibawer û Kurdên diyasporayê bi polîtîkayeke zelal û gotareke yekgirtî, ligel parastineke baş û binecî ji nasnameya Kurdistanîbûna Urmiyê û herêmên bakur heta Poldeşt û Çemê Erezê, nehêlin çarenûsa xelk û xaka vê deverê bikeve ber metirsiya dagîrkeriyê. Herwiha pêwîst e saziyên navneteweyî yên mafên mirovan û navendên siyasî yên biryarder ji encamên pîlaneke wiha metirsîdar bên agahdarkirin û Rejîma Komara Îslamî wek berpirsê yekem ê pîlangerî û encamên nexwestî ji raya giştî re bê naskirin.

Ji aliyekî din ve, bi dehan sal in ku Azerî bi piştgiriya desthilata navendî û aliyên derve hewl didin serwerî û serdestiya xwe ya mutleq di warên siyasî, îdarî, aborî, çandî û ewlehiyê de li bajarên Kurd û Azerînişîn ên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî li parêzgeha "Urmiyê" ferz bikin û bi cih bikin û ji bo vê mebestê bi awayekî sîstematîk li dijî Kurdan kar dikin û siyaseta înkar û tinekirina Kurdan dane ber xwe. Kurd jî li hember siyaseta weha ya serdestîxwaz û înkarê, wek pêwîstiyeke dîrokî û erkekî neteweyî û nîştimanî, parastina nasname û xaka xwe dikin û dixwazin ev rewşa nebaş û metirsîdar nemîne û jiyan û ewlehiya wan parastî be û derfeta wan hebe da ku dûrî her cure cudakarî û serdestîxwaziyê, bikarin ligel Azeriyan û pêkhateyên din, di warên îdarî, aborî, çandî û ewlehiyê de, bi mekanîzmayeke dadperwerane û hevseng beşdar bibin û jiyaneke hevpar a aştiyane li wê deverê hebe.

Lê belê hişmendiya Tirkên serdestîxwaz ên niştecihê Îranê dûrî bingeha hevsengî û jiyana hevpar a aştiyane û têgeha dadperweriyê, bi handana rejîma Îranê ji aliyekî ve, û ji aliyekî din ve bi piştgiriya aliyên nijadperest ên Tirkiye û Bakûyê, dijminatiya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dikin û çavên xwe berdane xaka bakurê Rojhilatê Kurdistanê. Ji bo nimûne, tevî ku Kurd li parêzgeha Urmiyê piranî ne, lê di warê îdarî û rêveberiya bajarên têkel ên Kurd û Azeriyan de, di sektorên îdarî, aborî, çandî, veberhênan û xizmetkirinê de, ne tenê derfetên wekhev ji bo beşdariya Kurdan peyda nakin, belkû wan wek mêvan û koçber bi nav dikin û dijminatiya birêvebirina aştiyane ya pîrozbahiya Newrozê û çalakiyên hunerî yên komên govendê û tîmên werzîşê yên futbolê û her cure têkoşîneke sivîl a Kurdan li wan bajaran dikin û ji bo damezrandina rêxistinên jîngehparêzî, çandî, werzişî û heta avakirina mizgeftan ji bo Kurdan, astengiyên mezin ji wan re çêdikin û destûrê nadin wan, û herwiha rê li ber danîna nav û sembolên kurdî ji bo kolan û cihên giştî û taybet digirin û bi wê siyaseta cudakariyê ya berbelav, bi berdewamî Kurdan paşve dihêlin.

Pêwîst e Kurdistaniyên niştecihên wan herêman û kesayetiyên pêbawer û çalakvanên torên civakî, ji bo çarenûsa xwe ya hevpar li hember gef û metirsiyên pêşbînîkirî, bi rê û rêbazên aştiyane û şaristaniyane piştgiriyê li çalakvanên sivîl û komên hunerî, werzişî, jîngehparêzî û çandî, û mafên xwe yên sivîl û neteweyî bikin û bi xurtkirina pêgeha wê têkoşînê û çêkirina hevgirtin û yekîtiyê di navbera çîn û tebeqeyên cuda yên civakê de, reseniya şaristanî û asta bilind a Kurdistanê ji bo xwedîderketina li nasname û mafên xwe nîşanî cîhanê bidin.

 

 

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî: Êrişên li ser Helebê rê li ber guherîna demografîk vedikin
Îlham Ehmed: Me bi Washington, Parîs û Enqereyê re pêwendî daniye
Rûmala taybet bi mangirtina giştî
Artêşa Ereban a Sûriyeyê: Em dê bi dijwarî êrişî baregehên HSDyê bikin
Almanya: Vê karesatê rawestînin û vegerin ser maseya dan û standinan