Pirr rengîya PAKê mora xwe li kongreya PAK-Almanyayê xist

Rêxistina Piştgirên PAKê li Almanya kongreya xwe duyem pêk anî. Bi beşdariya çend mêvan û nûnerên eyaletên cûda yên Almanya kongre li dar ket.

Kongreya duyem a Kongreya Almanya li bajarê Hernê civiya. Bi beşdariya nûnerên eyaletên cûda yên Almanya kongre li dar ket. Ji bo rêvebiriya kongreyê Baran Hemze, Mukadder Yancar, Cemîl Eren hatin hilbijartin. Serokê Rêxistina Almanya Sîrac Kirici axaftinek kir. Sîrac Kirici di axaftina xwe de qala rewşa Kurdistanê ya nuha û rola PAKê kir. Dû re M. Alî Yildirim rapora xebatê ya PAK Almanya pêşkêşî beşdarên kongreyê kir.

 

Di civînê de Mahmut Kilinç, Nîhat Akar, Abît Gurses, Hêja, Şukru Gumuş, Osman Çinar, Şenay Xan, Îrfan Kaya, Şêxmûs Ozzengîn jî li ser babetên cûda peyivîn.

Di dawiya civînê de Komîteyek berfireh ji 17 kesan pêkhatî hat hilbijartin.

Di kongreyê de ciyê kêfxweşiyê bû ku 3 jin û ji tradîsyonên cûda kesayetî ji bo Komîteya Karger hatin hilbijartin. Pirrengîtî di salona civînê de derdiket berçavan.

 

Siyaset Haberleri

Îsraîlê li Sûriyeyê hişyarî da: Em dê rê nedin Tirkiyeyê
Sefîn Dizeyî: Divê Hikûmeta Iraq komên êrîşî Kurdistanê dikin ceza bike
PYDê navê xwe û kadroyên xwe diguherîne
Amerîkayê ji bo 5 fermandarên Îranê 10 milyon xelat danî
Neteweyên Yekbûyî dixwaze di navbera Amerîka û Îranê de bibe navbeynkar