Dr. jur. Celalettin Kartal
Di beşa pêşî de hate gotin ku têkiliyên Kurd û Tirk pirralî lê ya rast yên bindestî û serdestiyê ne. Lêkoler di vî beşî de zêdetir li ser kêmqisekirina Kurdî, têkiliyên Kurd yên bi Tirk re, lawazî û derûniya Kurdên jêrdestê Tirkiyê her wiha sedemên ku Kurd heta roja me bi gelemperî ne bûna netew radiweste.
Girîngtir pirs ev e ma „Kurdên bindestê Tirkiyê“ ji damezrandina Tirkiyê (10/1923) heta îroyîn çiqas dikaribûn xwe ji pêvajoya siyaseta bişavtina Tirkiyê bi parês in? Lê heger Kurd hatine bişavtin, ma ew dikarin bo vejînkirina Kurdî, zimanê dayik, çi bikin? Lêkoler di vê çarçoveyê de pewendiyên Kurd û Tirk bi awayekî rûkeşî rave dike.
Têkildarî mijarê Amilcar Cabral (1973) dibêje, ku çanda neteweyî „çeka rizgariyê“ ye (1) û divê ew ji aliyê gel ve bê piştgirîkirin. Mebesta wî bi çanda neteweyî serhildanên Kurd yên li dijî dagirker û komkujiyên ku Kurd tuşî wan bûne, nexwe dîrok e. Ma ti kes dikare îddîa bike, ku Kurd bi gelemperî û yên bindestên Tirkiyê bi taybetî „waneyeke fêrker“ ji dîroka xwe ya tijî serhildan û komkujîyan derxistiye? Ma „Kurd gelekî fêrker“ an „piştşikest û stuxar e“?
Di pêşî de divê bê gotin, ku gelek hokarên vê rewşa aloz, metirsîdar û kompleks hene.
Çewa Osmanîyan serkirdeyên Kurd di bin navê „biratiya Îslamê“ de xapandin, wisa damezrinerê Tirkiyê Mustafa Kemal berpirsên rêxirawên/komelên Kurdan û hinek serokên hoz û axayên serdemê bikaranîn. Piştre Komara Tirkiyê bi sedan „yasayên yekalî“ derkirin. Bi rêya heman yasayan kurdîzanên girîng tawanbar û desteser kirin; „siyasetmedarên Kurd“ girtin, kurdperwer çewsandin. Ango wiha Tirkiyê rê li ber geşbûna Kurdî girt (2). Lê ev nayê wê wateyê ku para „berpirsên Kurd yên serdemê û siyasetmedarên wan yên îroyîn“ tevî derçûyên zankoyan di „kêmqisekirina Kurdî“, bişavtina Kurdan de kême an nîne û êdî hemû rê û micalên vejînkirina zimanê dayik li ber Kurdên jêrdestê Tirkiyê bi tevayî hatine girtin.
Divê mirov bibêje ku Tirkiyê di „tewşkirin“ û „mejûşuştina“ Kurdan de serkeftî ye. Her wiha di çewsandin, hereşe- û navreşkirina Kurdan de xwediyê rola yekem e. Ango ew yekemîn berpirse, ku Kurdên Bakur çendîn caran tuşî gelkujiyan kiriye. Lê ma raste wek nûserên Kurd dinivsîn in, ku di kêmqisekirina Kurdî de tenê Tirkiyê tawanbar e û hew?
Di Tirkiyê de hejmara Kurdan zêdey 15 milyona ye (an 40 milyon in!?), ji wan zêdey milyonek bi Tirkan re zewicî ye. Lê cihê gumanaye ku xinamîtîya bi Tirkan re Kurd bi hêz kirine an rêya hevsengiyeke dualî û sûdmend vekiriye. Berovajî, her çend ev mijar hestiyar û girîng be jî têkiliyên zewaca nava Tirk û Kurdan di rûyê/barê bişavtinê de yekalî mane. Ev pewvendî jî yekalî û li ser nijadperestiyê, ango bê Kurdî û kurdewarî, tên vejînkirin.
Lê divê bê gotin ku pirranîya siyasetmedarên „bi kok Kurd“, derçûyên zankoyan jî di nav de, girîngiyê kêm an qet nadin Kurdî û nirxên kurdewariyê. Di ser de jî berhemên Kurdî kêm tên xwendin – hem li Tirkiyê û hem li dervey Kurdistana Bakur. Heger xwînerên Kurdî 100 bin yên Tirkî 10 000 in. Û ev xwîner jî tev Kurd an qaşo Kurd in. Her wiha nûserên/qelemşorên Kurdî kêm in. Yên heyî jî zêde lawaz û tên piştguhkirin. Edîtorên malperên Kurdî berhemên Kurdî bê redaktekirin di weşîn in (3). Bi îhtîmaleke mezin hejmara Kurdên ku dikarin Kurdî li Tirkiya îroyîn baş bikarbînin ne zêdey hezar kesî ye.
Nexwe Kurdên jêrdestên Tirkiyê nirxê zimanê Kurdî nizanin? Aya Kurdên Tirkiyê tenê „bi nav Kurd“ mane an ji kurdbûnê hatine dûrkirin? Dîyare ku bo Kurdên jêrdestê Tirkiyê bi gelemperî fêr- û qisekirina Kurdî ne girîng e; daxwaza parastin û fêrkirina Kurdî lawaz e. Ji salên 1990î ve „girîngtirîn navdarên Kurd“ bi Tirkî qise dikin. Xuyaye ku Kurd bi gelemperî û yên Tirkiyê bi taybetî di barê perwerdehê de paş ve mane. Paşvemane, lê Tirk, netewê serdest, bi gelemperî, bi pêzanîn û şarezayîya xwe, zêdey sedsalî di pêşiya Kurdan de ne (3). Lê lêkoler li ser vê yekê kok in, ku mezintirîn sedemên gelên bindest di bin barê wan de dinalin nezanî û xêzanî ne. Loma nezanî û xêzaniyê Kurd bi gelemperî kirine wek „çavkoran“ û barê wan giran hiştîye.
Her çend hinek Kurd û rêxistin behsa „vejînkirina Kurdî“ dikin jî, lê dîyare ku Kurdî ji salên 1980î ve bere bere hatiye „marjinalkirin“ û Tirkî ji sala 1990î ve ketiye dewsa wî, bo Kurdan bûye zimanê yekem. Ji ber sedemên kêm-bikaranîn û piştguhkirina Kurdî ji layê Kurdan ve ew li Tirkiyê tevlîhevî, „çirîvirî“ û tenê wek remz maye. Hejmara axivkerên Kurdî ji sedî daketîye dehan (4). Ew yên mayîn jî ji bilî hinek newazan (îstîsnayan) di asteke gellek nizm, tevlîhevî û her wiha di bin karîgeriya zimanê Tirkî de Kurdî bikartîn in. Di ser de jî kesên kurdîzan li Tirkiyê kêm in; yên dikarin karûbarê perwerdehîyê bikin kêmtir in. Renge/dibe ku hejmara kurdîzanên Tirkiyê ne zêdey 10 000an; yên dikarin karûbarê mamostehîya ziman bikin ne zêdey 1000î be.
Nexwe cîhê daxê û yê serincrakêşî ye ku şeş milyon dengdêrên Kurd pişgirê DEMê ne. Dîsa bi daxe ku nayê zanîn ma ev pişgir tev nezanin an bi zanîn xizmeta dagirkerên Kurd dikin. Her çend ev partî wek partiyeke Tirkiyê xwe bi nav dike jî, lê dengdêrên wê himahima tev Kurd in. Ji bilî vê partiyê rêxistinên wek PKKê û PSKê jî bi berhem û çalakiyan xwe bi deh salan pêşengiya „tirkîfêrkirina Kurdan“ kirine û hîn jî dikin. Her çend para wan di pêvajoya bişavtina Kurdan de heta roja me ne hatiye lêkolîn jî, lê bi îhtîmaleke mezin ew ne kêmî ya dewletê ye. Heger para Tirkiyê tevî karmendên mamosteyên perwerdehiyê û hinek „hozanên gel yên berê“ ji sedî pêncî be, nexwe ya PKKê û dezgehên wê di asîmîlasyona Kurd de ji sedî çil e, ya PSKê û hinek rêxistinên din jî deh e. Ango bikaranîna yasayên nijadperest, kêm-qisekirina zimanê Kurdî, têkiliyên Tirk û Kurdan yên pirralî, bûne astengên sereke, ku Kurd li Tirkiyê rojekê bibin „netewperest“ û Kurdî ji nû ve bê vejîn- û praktikkirin.
Sererayî vê rastiyê Kurd bi çavên mexdûran li xwe dinêrin. Gelên xwe wek mexdûr his dikin dev ji hewlên çareseriya çarenûsa xwe berdidin. Çarenûsa xwe radestî dagirkerê xwe dikin. Mexdûr-dîtin jî rêgir e ku Kurd bi girseyî bo vejînkirina zimanê dayik bibin çalak.
Di vir de divê bê gotin ku bê nexwşe/plan, bê hevkariya hemû rêxistinên Kurdistanî û lidarxistina meşînên bi milyonan ji layê Kurdan ve li tevaya Kurdistana Bakur û gellek bajarên Rojavaya Tirkiyê jî ew nikarin li Kurdistana bindestê Tirkiyê bibin xwediyê mafê perwerdehiya zimanê dayik. Heger gelê Kurd di mijara ziman de bi girseyî ne xwedî „yek bîr û bîryar“ be, dê nikaribe li hemberî „Tirkîya serdest û despot“ serkefe. Tenê hewldanên pirrengî û girseyî, qanixkirina gel û hemû pêkhatên Kurdistanî dikarin zimanê dayik ji nû ve bivejînin. Ma hemû partî, rêxistin, „ronakbîr“, derçûyên zankoyan û siyasetmedarên Kurd di Tirkiyê de ji xizmeta vejînkirina Kurdî re amade ne?
Di beşa yekem de hate destnîşankirin ku di serdema Osmanîyan de di nava mîrgehên Kurdan de hinek „medresyên ayînî/olî“ hebûn. Bes Tirkî hîn di sala 1876an ve bû zimanê fermî yê Împeratorîyê. Bi damezrandina Komara Tirkiyê re de facto, lê bi fermî ji sala 1925an ve (5) li ser Kurdan pêvajoyoke tiji nijadperestî û pirralî hate destpêkirin: Fêrkirina Tirkî wek „zimanê Xwedê“ hate ferzkirin. Rêyên yasayî bo fêrkirina Kurdî, parastina wî hatin qedexekirin. Bo qisekirina Kurdî di dibistanan de siza li ser şagirtan hate birrîn. Gellek kampanya yên fermî bi armanca „tirkkirina Kurdan“ li Tirkiyê hatin destpêkirin. Di wê demê de ji sedî ne zêdey sê prozent Kurd bi Tirkî dikaribûn qisebikin (6). Heta salên 1949an jî di cih û wargehên Kurdan de dibistanên Tirkî kêm bûn. Ango Kurdan dikaribûn bi rêyên „jîr“ û nehênî bi taybetî ji salên 1960an ve di nava hemû gund û bajarên Kurdan de wek Kurdistana Rojava Kurdî biparês in; nekirin.
Ango ji layekî ve ne organîzekirina gelê Kurd bi girseyî û ji layê din ve paşvemayîn û nezaniya wî bi giştî nîşanin ku fêrkirina Kurdî dûrî asoya Kurdên jêrdestê Tirkiyê bû. Ev rewş jî bû sedem ku Kurd bi demê re zêde fêrî Tirkî bibin. Vê „nezaniya Kurdan“ wisakir ku ew di bin bandora perwerdehîya Tirkî û „jara di nava nasyonalîzma Tirkên tundrew de“ bimîn.
Di roja me de baş tê dizanîn ku perwerdehîya bi Tirkî li ser Kurdan „karîgerîyeke mezin“ çêkirîye; ew ji „cewherê kurdbûnê“ dûr kirine. Mînak, bo pirraniya Kurdên Tirkiyê Kurdistan beşek ji erdnigariya Tirkiyê ye; Tirkiyê ne dagirker e. Loma Kurd bi gelemperî li gel Tirkan nerm û bi tolerans in, lê li gel Kurd bînteng, rijd/tund in. Bi girseyî kurdbûna xwe li gel Tirkan û rayedarên dewletê vedişêr in. Ji bilî vê yekê ji sala 1984an ve, heger ji hejarî/nezanî be jî, bi dehhezaran li dijî tekoşîna rizgarkirina Kurdistan wek cerdewan ketine xizmeta Tirkiyê. Her wiha ji salên 1990î ve girîngtirîn rêxistina Kurd, ango PKKê (7), dev ji tekoşîna azadiya Kurdistana berda ye. Ango li bal Kurdên Tirkiyê hişmendiya netewî, heger hebe jî, di asteke gelek lawaz de maye. Dîyare ku Kurd bi giştî ji zanîna dîroka xwe bê par in. Ne zanîna dîrokê jî ji netewbûnê re asteng e. Mînak, bo Kurdan bajarên wek Stenbol, Simîrna û Angora ji Dêrsim, Amed û Wanê girîngtir in.
Her çend wisa ye jî pêvajoya netewbûnê qutbûneke tundrew ji dagirker zoremil dike.
Helwesteke giştî û yekgirtî ya Kurdên jêrdestên Tirkiyê di barê ziman û parastina wî de nîne. Xeta neteweyî-nîştimanî û nasyonalî ya Kurdên Tirkiyê ne xuya ye. Xwe xapandin di nava Kurdan de nirxekî hevbeş e. Bi gelemperî Kurdan „xulamtiya Tirk û Tirkiyê“ pesend kiriye. Bi girseyî Kurd hîn neketine rêwa netewbûnê.
Rojeva Kurdên Tirkiyê qaşo çepên Tirk kivş dik e. Gelê rojeva wî ji layê dagirkerê wî ve tê kivş kirin, tê manîpulekirin. Ev dîyarde mezintirîn nîşana paşvemayîna Kurdan e. Ango bo Kurd bedbextîyeke mezin e ku partiyên Kurdan yên di nava salên 1970yî heta 1978an de hatine damezrandin ji nava çepên Tirkan derketine. Hate gotin ku zêdey şeş milyon dengdêrên DEMê pişgiriya siyaseta „tirkyebûnê“ dikin. Ma divê rewşa wiha de divê rêxistin, siyasetmedar û ronakbîrên Kurd çi bikin?
Me di jor de dît ku zimanê Kurdî li Tirkiyê hatiye „marjînalkirin“; serdema giyan-ji-destxistina xwe dijî, li ber mirinê ye. Kurdên bi Tirkan re zewicîne zêdetir piştgiriya Tirkiyê dikin. Tenê pêvajoyeke nû û hewldanên giştî bi mobîlezekirina hemû kurdperwer/-perest û rêxistinên Kurdistanî rêya serkeftinê rewa û misoger dike. Ma divê rewşa „windakirina zimanê Kurdî de“ kî dikare bo Kurdan li Tirkiyê û dervey welat bi giştî bibe rêşanîder û pêşeng? Lêkoler dê di beşa sêyem de vê mijarê di mînaka ronakbîrên Kurd de vekole.
Dr. jur. Celalettin Kartal
Pisporê kêmina û kurdnas, zanistê yasaya navdewletî, mamostê lewepêş yê zankoyên Hannover û Hildeşeim, beşa ayîn û sîyasî.
Summary:
In this multi-part article (here: Part 2), the researcher states that currently no more than approximately 10,000 Northern Kurds ("Turkish Kurds") speak the Kurdish language. He emphasizes that the assimilation process is not solely the responsibility of the state with its minority-oppressive laws, but that Northern Kurds in general and "politicians with Kurdish roots" in particular have also contributed to it. They could have passed on the Kurdish language to their children through skillful underground politics, like the Rojeva Kurds (Syria) – an attempt they have not made, however. In his view, the reason for the linguistically complete assimilation process of the Kurds in Turkey lies partly in the "ignorance" and "backwardness" of the Kurds themselves. He believes that, overall, the Turks are more than a hundred years ahead of the Kurds politically and organizationally. For this reason, he doubts that the Kurds are determined and willing to reactivate Northern Kurdish for the broader Kurdish population, as Kurds perceive learning Kurdish as a burden and lack the determination to use it. The same applies to most Kurdish authors who speak Turkish, both in Turkey and abroad among Kurds with Kurdish roots.
In diesem mehrteiligen Artikel (hier: Teil 2) stellt der Forscher fest, dass gegenwärtig nicht mehr als rund 10.000 Nord-Kurden („türkische Kurden“) die kurdische Sprache beherrschen. Er betont, dass nicht allein der Staat mit seinen minderheitenfeindlichen Gesetzen den Assimilationsprozess verantwortet, sondern auch Nordkurden im Allgemeinen sowie „Politiker mit kurdischen Wurzeln“ im Besonderen. Diese hätten durch eine geschickte Untergrundpolitik wie bei den Rojeva-Kurden (Syrien) das Kurdische an ihre Kinder weitergeben können – was sie versäumt hätten. Seiner Einschätzung nach sei die Ursache des inzwischen linguistisch abgeschlossenen Assimilationsprozesses unter Kurden in der Türkei unter anderem auf „Unwissenheit“ und „Rückschrittlichkeit“ derselben zurückzuführen. Er meint, dass Türken im Allgemeinen den Kurden nationalpolitisch und organisatorisch mehr als 100 Jahre voraus seien. Aus diesem Grund zweifelt er daran, dass die Kurden mehrheitlich entschlossen und willens wären, das Nordkurdische wieder für die große Masse der Kurden zu reaktivieren, weil das Erlernen des Kurdischen für die Kurden insgesamt als Belastung empfunden werde und sie sich diesem Sprachgebrauch nicht entschlossen genug zuwenden würden. Dasselbe gilt für die meisten türkischsprachigen kurdischen Autoren sowohl in der Türkei als auch im Ausland unter Kurden mit kurdischen Wurzeln.
Çavkanî:
- Canan Doğan: Bîra Dîrokî ya Kurdistanê û Hişmendiya Neteweyî, www.kurdistan24.net
- Türkiye Cumhuriyeti’nin Gizli Kürt Anayasası | Şark Islahat Planı
- Celalettin Kartal: „Kujerên“ çand û zimanê Kurdî kî ne?, Çandname.com
- Binêr li jêder/çavkaniya di bin duyem de
- Şeyhmus Özzengin: Eliezer Ben-Yehuda Nasbikin! Biner li https://darkamazi.info/archives/1049524
- Nejat Zanyar, Utopia TV Arî, 22.10.2025.
- Ti guman tine ku vê rêxistinê tevî serokê wê di sedsala dawî de mezintirîn zirar daye gelê Kurd yên bindestê Tirkiyê, zimanê Kurdî û doza azadiya Kurdistan. Di ser de jî wê doza rizgarkirina Kurdistan bi dehsalan paş ve xistiye û Kurd bi gelemperî xistine rêya şaş her wiha bûye sedemên navreşkirina Kurdan.