Peymana gaza Rojhilatê Derya Spî hat îmze kirin

Li demeke ku Tirkiye û Yûnanistan piştî rageşiya li Rojhilatê Derya Spî dest bi danûstandinên teknîkî kirine, peymana gaza Rojhilatê Deryaya Spî îro 22yê Îlonê ji aliyê Misir, Urdin, Îsraîl, Yûnanistan, Qibris û Îtalyayê ve hat îmzekirin.

Hat ragihandin ku beşdariya Misirê ya peymanê di çarçoveya rêxistina gaza Rojhilatê Deryaya Spî de û hewldana veguhastina navenda herêmî ya enerjiyê li herêmê ye.

Misirê bi însiyatîfekê wezîrên enerjiyê yên dewletên rojhilatê Deryayê Spî û nûnerên Yekîtiya Ewropayê di Çileya 2019an de li Qahîreyê kom kiribû.

Li Misirê 2 kargehên gaza xwezayî ya xam hene ku ew kargeh hatine paşxistin yan jî kêmî kapasîteya xwe dixebitin û dibe ku ji bo derxistina gazê werin bikaranîn.

Di salên borî de kanên mezin ên gazê di ava girêdayî Îsraîl, Misir û Qibrisê de hatibûn dîtin.

 

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê