Peyameke nû ya Serok Barzanî ji bo xelkê Kurdistanê

.

Peyama Serok Barzanî li mîtînga bajarê Bonnê yê Almanyayê hat xwendin.

Kurdên li Ewropayê îro li bajarê Bonnê yê Almanyayê ji bo Rojavayê Kurdistanê mîtîngeke mezin li dar dixin.

Serpereştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî di mîtîngê de peyama Serok Mesûd Barzanî xwend.

Serok Barzanî di peyama xwe de spasiya Kurdistaniyên diyasporayê kir û diyar kir ku helwesta wan a niştimanî ya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê cihê şanaziyê ye.

“Gelê Kurd miletek e”

Serok Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser yekîtiya gelê Kurd kir û got:

"Axa Kurdistanê bi neheqî hatiye dabeşkirin lê gelê Kurdistanê ti carî îradeya xwe ji dest nedaye.

Gelê Kurd miletek e û qedera me yek e. Pirsgirêka gelê Kurdistanê bi ti neteweyan re nîne."

Bangî hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê kir

Serok Barzanî bal kişand ser rewşa dawî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û peyamên girîng dan hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Serok Barzanî wiha got:

"Ez bangî hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê dikim ku pêbendî agirbestê bin û pişta xwe bidin diyalogê.

Pêwîst e mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de cih bigirin."

"Divê her Kurdek piştgiriyê bike"

Serok Barzanî di dewama peyamê de bangî Kurdan û civaka navneteweyî jî kir û got:

"Divê her Kurdek piştgiriya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bike.

Her wiha divê civaka navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne û mirovahî bibe parêzerê Kurdistanê."

Serok Barzanî di peyama xwe de hişyarî da Kurdên diyasporayê û xwest ku çalakî di çarçoveya yasayan de bin.

Serok Barzanî ev xal rêz kirin:

"Divê çalakî bi awayekî aştiyane û li gorî qanûnên welatên ku lê dijîn bên lidarxistin.

Divê Kurd xwe ji her cure pevçûn û fitneyê dûr bixin.

Pirsgirêka gelê Kurdistanê bi rejîm û siyasetên wan re heye, ne bi neteweyên din re.

Divê rê neyê dayîn ku kîn û dijminatî di navbera Kurd û neteweyên din de derkeve."

“Bijî Kurd û Kurdistan”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de tekez kir ku divê hemû Kurd xwe bispêrin hev û xwe bispêrin hêza xwe, rewabûna xwe xurt û bihêz bikin û hêviyeke geş bi paşeroja Kurdistanê hebe.

Serok Barzanî bi xêrhatina Kurdistaniyên diyasporayê bi dirûşma “Bijî Kurd, Bijî Kurdistan” dawî li peyama xwe anî.

Kurdistan Haberleri

CDU: Pêşmerge her cure piştgiriyê heq dike
Don Ceder: Divê Yekîtiya Ewropayê xiyanetê li Kurdan neke
SGP: Hikûmeta Şamê ne cihê baweriyê ye
Şandeke parlamentoya Almanyayê ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê ye
Îlham Ehmed: Hêzên me dê li cihê xwe bimînin