Peyama tund a Savaya ya ji bo Îraqê: ‘Komên çekdar dewletê lawaz dikin’

.

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê Mark Savaya bal kişand ser xitimîna di pêvajoya avakirina hikûmeta nû de û hişyarî da serkirdeyên siyasî.

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê Mark Savaya di salvegera 8emîn a serkeftina li dijî DAIŞê de axivî.

Mark Savaya tekez kir ku divê serkirde di navbera "yekîtî û bipaşdeçûnê" de hilbijartinekê bikin û bang kir, "Serweriya dewletê deynin pêşiya otorîteya komên çekdar."

Dîplomatê Amerîkayî yê bi eslê xwe Îraqî Mark Savaya meha Çiriya Pêşîn ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatibû tayînkirin.

Savaya roja Pêncşemê peyamek belav kir û bal kişand ser xitimîna siyasî ya li Îraqê.

Savaya hişyarî da ku dirêjbûna dan û standinan dê pirsgirêkên aborî kûrtir bike û welêt ber bi îzolasyona navneteweyî ve bibe.

Savaya li ser platforma medyaya civakî Xê daxuyanî da û got:

"Tevî ku 23 sal di ser rûxandina dîktatoriyê re derbas bûne Îraq careke din di qonaxeke biryardanê ya krîtîk de ye.

Ti welatê ku komên çekdar bi dewletê re dikevin hevrikiyê û otorîteya wê lawaz dikin nikare bi ser bikeve."

Daxuyaniyên Savaya di demekê de hatin ku piştî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên 11ê Çiriya Paşîn hevdîtinên avakirina hikûmetê xitimîne.

Rêjeya beşdariya hilbijartinan ji sedî 41ê ya sala 2021ê derket ji sedî 56an ku zêdebûneke girîng e.

Lê belê ti aliyên siyasî nekarî bi tena serê xwe piraniyê bi dest bixe.

Li gorî encamên ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ve hatin pesendkirin, "Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşketinê" ya bi serkêşiya Serokwezîrê niha Mihemed Şiya Sûdanî bû koma herî mezin.

Hevpeymaniyê di meclisa 329 kursî de 46 kursî bi dest xistin.

Lê belê Çarçoveya Hevahengiyê ya ku ji partiyên nêzîkî Îranê pêk tê, tevî hejmara kursiyên Sûdanî xwe wekî pêşenga dan û standinan dibîne.

Tirs heye ku bazarên siyasî wekî piştî hilbijartinên 2021ê bi mehan berdewam bikin.

Di dema ku nezelaliya siyasî didome de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî bang kir ku ji bo parastina aramiyê gavên bilez werin avêtin.

Li aliyê din aliyên siyasî yên Kurdan jî dan û standinên xwe yên li ser posta Serokkomariyê û parên wezaretan ên Herêma Kurdistanê didomînin.

Mark Savaya bi eslê xwe Kildanî ye

Savaya bi eslê xwe Kildanî ye û sala 2014an di xwepêşandanên li dijî êrişên DAIŞê yên li ser Xirîstiyan û kêmîneyên din ên li Deşta Mûsilê de wekî çalakvan dihat naskirin.

Savaya bal kişand ser bipêşketina Îraqê ya salên dawî jî û pesnê siyaseta derve ya hevseng da ku Îraq ji pevçûnên herêmî yên wekî rageşiya Îsraîl û Îranê dûr girtiye.

Lê belê Nûnerê Amerîkayê hişyarî da ku nakokiyên navxweyî dê "aboriya Îraqê bixeniqînin" û welêt bi tenê bihêlin.

Savaya tekez kir ku piştgiriya Amerîkayê girêdayî reforman û xistina komên çekdar a bin kontrola dewletê ye û got, "Ev dubendî pêgeha cîhanî ya Îraqê lawaz dike."

Savaya diyar kir ku tîma wî dê ji bo "Îraqeke xwedî serwerî ku dikare qedera xwe tayîn bike" bi serkirdeyan re nêzîk bixebite.

Savaya êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê ya li Herêma Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku Washington çavê xwe li "midaxeleya derve" ya li Îraqê nagire.

Savaya bal kişand ser şertên piştgiriya aborî ya Amerîkayê jî û destnîşan kir ku alîkariya Amerîkayê ya bi milyaran dolarî û veberhênanên şirketên mezin ên wekî ExxonMobilê girêdayî avahiyeke dewletê ye ku "ji milîsan hatiye paqijkirin."

Savaya peyama xwe bi van gotinan temam kir, "Hilbijartineke ku di nav yekîtiyê de û bi aqilane were kirin, dê peyameke zelal ji Amerîkayê re bişîne."

Siyaset Haberleri

Lîste diyar bû: Artêşên herî bihêz ên cîhanê kîjan in?
Peyama senatoran a ji bo Sûriyeyê: Divê mafên pêkhateyan werin parastin
Berhem Salih bû Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî
Pêla desteserkirinan a li Rojhilatê Kurdistanê: 7 kesên din hatin desteserkirin
Dezgeha Rwangayê alîkarî da 1,200 malbatên mexdûrên lehiyê