Piştî şehîdbûna 6 pêşmergeyên qehremane Hizba Demokrat ku di dema bicîgihandina erkek siyasî û teşkîlatî de, ketine nav boseya hêzên Spaha Terorîst a Pasdarên û canê xwe di riya azadî û serbilindiya neteweya Kurd de gorî kirin, gelek peyam ji aliyê xelkê xebatkar ê Kurdistanê, azadîxwazên Îranê, hizb, rêxistin, aliyên siyasî, kesayetiyên neteweyî û medenî û sazî û dezgehên cuda cuda ve ji bo Hizba Demokrat hatin şandin.
Ev nîşandana hevxemiya berfireh, careke din nîşan da ku tawan û tepeseriya Komara Îslamî, ne tenê îradeya xebatkarên rêya azadiyê naşkîne, belku hevparî û hevdiliya navbera hemû qatên nava neteweya Kurd, azadîxwazên neteweyên bindest û dêmokratxwazên Îranê zêdetir û bihêztir dike.
Rêberî, pêşmerge, endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi erkê ser milê xwe dizanin ku ji dil û can spasî û pêzanîna xwe pêşkêşî hemû wan hizb, rêxistin, alî, kesayetiyên siyasî û civakî, çalakvanên medenî, medya û hemû wan mirovên azad bikin ku bi şandina peyama sersaxiyê, ragehandina hevxemiyê, di xema ji destdana van xortên fîdakar ên neteweya Kurd de li rex me sekinîn û ligel malbata şehîdan, Hizba Demokrat û neteweya Kurd hevxemiya xwe diyar kirin. Ev hevpişkiya biqedr, sermayeyeke giranbiha ye ji bo bihêzkirina xebata hevbeş li dijî sitemkarî, tepeserî û binpêkirina mafê neteweyan û azadîxwazan.
Bêguman, xwîna paqij a şehîdên rêya azadiyê, dê bibe çiraya rêya xebata neteweya Kurd. Ew rêya ku wan bi bawerî, fîdakarî û gernasî ve hilbijartibûn, bi îradeya bihêz a pêşmergeyan, endamên hizbê û pişgiriya tevger û xelkê Kurdistanê û hemû azadîxwazên rastîn dê berdewam be, û siyaseta teror, serkut û milîtarîzekirina Kurdistanê, ti carî nikare îradeya neteweya Kurd ji bo bidestxistina azadî, dêmokrasî û mafên neteweyî têk bibe.
Yad û navê şehîdên rêya azadiyê herdem zindî be
Serkeve xebata neteweya Kurd û hemû neteweyên bindest
Sernixûn be rejîma terorîst a Komara Îslamî
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Peywendiyan
3ê Tîrmeha 2026 an