Peyama rêzdar Mistefa Hicrî bo salroja kîmiyabarana Helebçê

.

Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 16ê Adarê, salvegera kîmiyabarankirina Helebçê ji aliyê rêjîma Beis a Êraqê ve, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

16ê heyva 3 a Zayînî, 36emîn salroja karesata komkujî û kîmiyabarankirina Helebçê ye, li vê rojê de sala 1988 a Zayînî de ji aliyê hikûmeta berê ya Îraqê vê bi bombên kîmiyayî êrîş bo ser bajarê Helebçê li başûrê Kurdistanê hate kirin. Li encamê de gorî zaniyariyan nêzî 5 Hezar kes ji xelkê vî bajarî şehîd bûn û hezaran kesên dinê jî birîndar bûn.

Li vê bîranînê de em silavan dihinêrin bo rihê paqijê wan şehîdan û rêz û hurmeta me bo birîndarên vê karesatê û hemû xelkê dilbirîndarê Helebçê.

Ev roja, hemû wan cinayet û komkujiyan tîne bîra me ku dijminên azadiya netewa me li hemû beşên Kurdistanê de kirine û her yek bi şêwazekê heta niha jî her berdewam e.

Komara Îslamiya Îranê, mînakeke berçav ya wan cure hikûmetan e ku li destpêka desthilatdariya xwe de bi 10an hezar Kurd tenê bi tawana Kurdbûn û mafxwaziya wan, bi rêya komkujkirin, teror, birsîkirin, tûşkirin bi madên hişber û … kuştine û hezaran kes ji çalakvanên siyasî yên Kurd xistine zindana û heta rehmê bi jîngeh, kultûr, ziman û dîroka wî xelkî jî nekirine.

Balkêş e ku ew rêjîma heta niha 10an cih ên niştecîbûna Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, li Herêma Başûrê Kurdistanê de jî bombebaran kirine û bi hêcetên cuda, cihê niştecîbûna hejmarek ji xelkê wî beşa Kurdistanê jî kirine armanca mûşek û dironên xwe û bûne sedema kuştina jin û zarokan û malwîraniyê.

Tevî bîranîna qurbaniyên karesta kîmiyabarankirina Helebçê û hemû şehîdên Kurdistanê, em dibêjne hemî tawnbaran û bi taybet rêjîma Komara îslamî ku encama rêjîmeke tejî rojreşî bo xelkê, dê her ew encam hebe ku rêjîma bikerê tawana Helebçê rastî vê hat; Lewma ew rêjîma nikare bê bikaranîna siayseta hinardekirina kirîzan bo derve û sitemkirin li xelkê, dirêjiyê bide temenê hikûmeta xwe ya dîktator û ya ku serdikeve, tevgera rewa ya xelkê ye.

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

16ê Adara 2024

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn