Peyama malbata Mocteba û Meysem Weysî bo raya giştî

.

Malbata Mocteba û Meysem Weysî, du çalakvanên naskirî yên çandî û medenî yên devera Kirmanşanê ku di van demên dawî de ji aliyê hêzên tepeserkar ên rêjîmê Îranê ve hatin şehîdkirin, peyameke vîdyoyî bo raya giştî ya Kurdistanê belav kirin, û ragîhandin ku Birayên me serbixwe bûn û şehîdên Kurdistanê ne.

Di wê peyama vîdyoyî de, ku li du vîdeoyên cuda de ji aliyê Xwîşa wan şehîdan û Ebdulla Weysî wek birayê mezin ê her du ciwanên nîştimanperwer, rohnkirinekî hewce li ser kar, çalakî, daxwaz, şêwaza karkirin û bîrûbaweriya birayên xwe pêşkêş kirine.

Ebdula û Perî Weysî ragihandin ku Moctaba û Meysem li gorî wan destnivîs û belgeyên ku ji wan mane, kesên bi tevahî serbixwe bûn, ew ne ser bi tu hizb, rêxistin û aliyekî siyasî yê diyarkirî bûn, belku tenê xemxurên axa xwe bûn û bi fermî şehîdên tevahiya Kurdistanê ne.

Malbata wan tekez kir ku ji ber evîndariya zêde ya her du birayên hişyar bo zanist û rewşenbîrî, dixwazin roja şehîdbûna wan bibe roja pirtûk û pirtûkxaneya kurdî, ji bo ku bîranîn û rêbaza wan a çandî her dem bi zindî bimîne.

Moctaba û Meysem Weysî, roja 7ê Cozerdana 1405an, di nav xaniyekî de li gundê Xolekewş ê ser bi Dalaho li parêzgeha Kirmanşanê, bi gulebarana rasterast a hêzên Spaha Pasdaran terorîst û caş û xulamokên rejîmê hatin şehîdkirin.
Kurdistanmedia

Kurdistan Haberleri

Binpêkirina sozên rêjîmê li girêbestê de dibe paşhatên diyarîkirî hebe
Alozî û dijhevî kevtiye navbera taqimên desthilatar li Îranê
Şandeke serbazî ya Îraqê li Hewlêrê ewlehiya zeviyên petrolê nîqaş dike
Jan Brem: Tevahiya hêzên siyasî yên Fransayê piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin
Komîteya Navendî ya PDKyê civiya