Xelkê xebatkarê Kurdistanê!
Gelên serhildayî yê Îranê!
Hevwelatiyên azadîxwaz!
22ê Rêbendana îsalî 47 sal ji herîfîna rêjîma paşatî û hatineserkar a komara îslamiya Îranê re derbas dibe.
Encama şoreşa sala 1357 a Îranê, herifîna rêjîma Pehlewî û hatineserkar a rêjîmeke olî û îdeolojîk a bi navê komara îslamiya Îranê bû. Ev rêjîma her ji destpêka hatineserkara xwe ve da xuya ku digel piraniya wan armancên şoreşvan û azadîxwazên Îranê ku dehan sal bû bo vê yekê xebat dikirin, cuda û dijî wan e.
Netwên jêrdest ên Îranê, berî hemûyan netewa Kurd çavnihlr bûn ku bi nemana rêjîma paşatî, vekheviya netewî, sitem û cudatîdanîna zimanî, olî û kultûrî bi dawî dibe, lê bersiva komara îslamî dana fitwaya cîhadê û sepandina şer bi ser Kurdistanê û piştguhxistina her cure geşeyeke siyasî û aborî bû. Hizb, rêkxirav û kesayetiyên azadîxwaz hivîdar bûn ku herifîna rêjîma Pehlewî, dêmokrasî, azadiya çapemenî û bîrûrayan, azadiya avakirina hizb û rêkxiravan û tekoşîna siyasî bê meydanê û herwisa rewşeke baştir a aborî û civakî li Îranê de cihgîr be. Lê neku her ev hivî û çavnihêrî çê nebûn, belkû serdemek nû ji dîktatorî, sitem, cudatîdanîn û tepeserkirinê li Îranê de dest pêkir.
Dîktatoriya wilayeta feqîh li heyama 47 sal desthilatdariyê de eva ku bi serê Îran û xelkê Îranê aniye ti tîştek bilî sepandina kevneperestî û bêmafî, bêparkirina netewên din ên Îranê ji destpêkîtirîn mafên wan, girtin, îşkence, bidarvekirin û kuştina xelkê, berfirehkirina terorîzm û fitneyan li dever û cîhanê, anîna şer û kawilkarî, sepandina dorpêçên aborî, bilindbûna nirxan, nedarî û anîna xelayî û birîsîtî bi ser xelkê Îranê, gendeliya ecêb û hederdana serwet û heyî ya Îranê li pêxema bidestveanîna çeka navkî û teyarkirina girûpên terorîstî, têkdana jîngeh û jinavbirina çavkaniyên binerd, nehiştina zanist û nirxên modern li perwerde û navendên zanistî, derkeftina pisporan û neçarkirina çend milyon ji xelkê Îranê bi koçberî û awareyî û kuştina hivî bi jiyanê bi taybet li wan nivşan de ku li jêr sîbera vê rêjîmê de perwerde bûnî û gelek tiştên dinêye nerênî bûn.
Xelkê Îranê her li vê dehika dawiyê de bi berdewamî bi rêya mangirtinên berfireh û xwenîşandanên giştî yên car bi car mezintir, xwest û biryara xwe bo dawîanîn bi temenê vê rêjîmê, ragihandine û her li heyva Befranbara îsal de li sedan bajarên Îranê de mezintirîn xwenîşandan bi rê ve çon. Lê desthilatarên Îranê ku ji berdewambûn û berfirehtirbûna wan xwenîşandanên seranserî de tirsa herifîna rêjîmê kevtibû nav dilê wan, bi fermana Xamineyî yê dîktator, kuştara herî bê mînak a xelkê li dîroka Îran û deverê de tomar kir. Bi wî awayî li tepeserkirina bi xwîn a xwenîşandanan de canê dehan hezar kesî ji wan standin, birîndar kirin û binçav kirin.
Em niha li rewşekê de yada 47 saliya şoreşê bi bîr tînin ku rêjîma îslamî, zêdetir ji her demekê rewatiya siyasî û yasayî û xelkiya xwe ji dest daye. Ev rêjîma li navxweyê Îranê de tenê bi komkujî û birêxistina çemê xweînê, bi kuştina xwenîşanderan û neraziyên birîndarbûyî û binçavkiriyan li jêr îşkenceyan de bi pêkanîna milîtarîzekirina bajaran, karî temenê xwe bo heyamek kurt, dirêj bike. Li vê rewşa dîrokî de ku xelkê Îranê biryara dawîanîn bi temenê dîktatoriya wilayeta feqîh dane, Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, yada 47 saleya şoreşa Rêbendana 57 bi derfet dizane ku vê yekê rabigehîne:
1- Nabe careke din, ceribandina şoreşa 1357 a Îranê dubare bibe û dîktatorek cihê dîktatorekî din bigre. Şaşiyek ku piraniya xelkê Îranê û rêkxiravên siyasî yên vê serdemê li encama bawerîpêkirin bi Xumêynî û derfet bo serkevtina wî û hevhizrên wî çêkirin, 47 sal e ku bi dana can û xweîna xortên xwe û kawilbûna welatê xwe, nirx û baca vê hindê didin. Tawankariyeke cihê lêbihorînê nîne hekî carek din rê bê dan ku her kesayetiyek û îdeolojiyek tevaviyetxwaz, dest bi ser berhema dehan sal xebat û qurbanîdana xortên xebatkar û azadîxwazên netewên Îranê de bigre. Îrana paşerojê, dibe Îranek azad û dêmokratîk be, Îranek ku tê de çendîn netewî, zimanî, olî, Îrana ku vekheviya jin û mêr bi fermî nas bike û bi dûr ji hemû sitem, tepeserkirin û cudatîdanînan be.
2- Yek ji girîngtirîn erkê xelkê û rêkxiravên siyasî yên Îranê, lezgînîkirin li pêkanîna rêberatiyek bi kom ku li qonaxa derbasbûn ji rêjêmê de nûneratiya bi hêz û aliyên siyasî yên cur bi cur ên pêkhateya xelkê Îranê bike. Ji vê dîtingehê ve em bi rijdbûn li ser diyalog û hevkarî heta gihîştin bi hevpeymaniyek Kurdistanê, bi erkê lezgîn ê xwe û Hizb û rêkxiravên din ên Rojhilatê Kurdistanê dizanin û bi micidî li ser dixebitin. Hevdem banghêjiya vê dikin ku rêkxirav, alî û kesayetiyên xebatkar û azadîxwazên Îranê, bi taybet rêkxistin û kesayetiyên ser bi netewên bindest ên Îranê bi têgihêîştin li hestiyarbûna rewşa niha dikin ku li dora bername û armanca hevpar, hev bigrin bo vê yekê bikarin hewcehiyên derbasbûn ji vê qonaxê bi lezgîmî amade bikin.
3- Piştî çendîn car tepeserkirina bi xwîn a serhildana xelkê neraziyên Îranê bi taybet kuştina çendîn hezar kesî ya xwenîşanderan li heyva Befranbara derbasbûyî, ev rastiya bi başî eyan e ku rast e guherînên bingehîn û herifîna rêjêmê her bi rêya xelkê bi xwe tê kirin, lê li vê pêxemê de piştevaniya navnetewî li şoreşa xelkê Îranê bo dawîanîn bi rêjîma dîktator û mirovkuje komra aîslam, wek hewcehiyek xwe dide nîşandan.
Li vê hilkevtê de bi rêz ve yada hevxebatiya hevpar û yekgirtîbûna pêkhateyên curbicur ên xelkê Îranê li pêvajoya şoreşa dijî dîktatoriya Pehlewî bi bîr tînin, herwisa li hember şehîdên 47 sal xebat û berxwedana bi dijî rêjîma komara îslamî li Kurdistan û Îranê de, bi taybet dehan hezar şehîdên vê dawiyê, bejna xwe ditevînin. Bi hivya yekgirtîbûn û hevxebatiya hemû pêkhateyên xelkê Îranê, dawî bi temenê dîktatoriyê bînin û riha Şehîdên xwe bo gihîştin bi armancên wan, şa bikin.