Pevguherîna keştîyan ne mimkun e

Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab ragihand ku pêguherîna keştîya nefthilgir ya Brîtanî ya destê Îranê û gemîya Îranî ya destê Brîtanya ne pêkan e.

Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab ragihand ku pêguherîna keştîya nefthilgir ya Brîtanî ya destê Îranê û gemîya Îranî ya destê Brîtanya ne pêkan e.

Hêzên Brîtanyayê di çarçoveya binpêkirina toleyên ser Sûrîyê de, li Kendava Cebîtariq dest dînabû ser keştiya nefthilgir ya Îranê û Tehranê jî li Tengava Hurmuzê dest danabû ser keştiya Brîtanyayê.

Herwiha Raab got ku divê Îran keştîya bi ala Brîtanyayê, ku bi awayekî neqanûnî dest danîye ser, demûdest vegerîne. Raab da zanîn ku ew ê ligel Îranê keştiyan pevneguherînin û wiha got: “Em ê pevguherîna keştîyan nekin jiber ku yek bi qanûnî û ya din jî bi neqanûnî hatiye girtin. Ger hinekan dijî qanûnên navneteweyî dest danîye ser keştiya bi ala Brîtanyayê, divê ew dawî li wê yekê bînin.”

Hikûmeta Brîtanyayê roja duşemê bang li Îranê kiribû ku keştîya wê vegerîne û rêz li qanûnên navneteweyî bigire.

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist