Pêvajoya Zanîngeha Kurdî-Almanî: Pêdivî bi 2 milyon euroyî heye

.

 Li bajarê Dresdenê yê Almanyayê, konferansa damezirandina Zanîngeha Navneteweyî ya Kurdî-Almanî hat sazkirin.

Hejmarek akademîsyenên Kurd, dostên wan ên biyanî û berpirsên hinek aliyên siyasî yên ji seranserê Kurdistanê ji bo piştgiriya vê destpêşxeriyê amade bûne.

Dr. Yunis Behramê ku ji Rojavayê Kurdistanê ye û di nav Kurdên li Almanyayê de kesekî naskiriye, xwediyê fikra damezirandina vê zanîngehê ye.

Pirsên sereke ew in ku dê zanîngeh kengî xwendekaran wergire û kar û barên burokratîk kengî bi dawî bibin.

Dr. Yunis Behram li ser pêvajoya damezirandina Zanîngeha Kurdî – Almanî ji Rûdawê re got, “Pêwîstiya me bi pesendkirina Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Saksonyayê heye. Me çiraya kesk bi awayekî nivîskî ji wezaretê stand.

Çend xalên din ên girîng hene li pêşiya me yek ji wan jî xala aborî ye.

Pêwîst e di hesabê weqfa me de bi kêmanî 2 milyon euro hebe da ku Wezareta Xwendina Bilind daxwazê me pesend bike.”

"Wêneyê zanîngehê hîn ne zelal e"

Akademîsyen Dr. Davut Yeşîlmenê ku li Zanîngeha Duisburg-Essenê di warê Kurdolojiyê de doktoraya xwe xilas kiriye, yek ji beşdarên konferansê ye.

Dr. Davut Yeşîlmen got, "Wêneyê zanîngehê hîn bi zelalî ne diyar e" lê balê dikişîne ser qezenc û feydeyên damezirandina zanîngeheke bi vî rengî ji bo xwendekarên Kurd.

Pêdivî bi 2 milyon euroyî heye

Hate diyarkirin ku ev zanîngeh dê bibe navendeke akademîk û taybet lê dê li gorî sîstem û yasayên xwendina bilind a Almanyayê kar bike.

Akademîsyen Dr. Davut Yeşîlmen got, “Wekî kesekî bi salan li zanîngehan xebitiye ez dikarim vê bêjim. Pêwîstiya Kurdan bi qadeke azad heye.

Li Almanyayê bîreke Kurdan a zêdetirî 100 salan heye.

Pêwîst e ew bîra Kurdan a li Almanyayê bê parastin. Arşîv hene girtî ne. Arşîva Dr. Cemal Nebez girtiye. Gelek arşîvên şexsî hene ku girtîne.

Eger zanîngeh vebe dê ew arşîv bên parastin û bên vekirin. Nêzîkî milyon û nîvek Kurd li Almanyayê hene.
Eger li Almanyayê zanîngehek bê avakirin dê di bin kontrola dezgehên perwerdeyê yên Almanyayê bê avakirin û ev yek jî dê ji bo Kurdan gelekî baş be.

Ev sîstem li Kurdistanê kêm peyda dibe di warê zaninstî de. Zanîngeh dê bibe pireke zanistî di navbera Kurdistan û Almanyayê de.”

Ji bo ku zanîngeh dest bi kar bike û bikaribe xwendekaran werbigire, herî kêm pêdivî bi budçeyeke du milyon euroyî heye lê heta niha çavkaniyên darayî nehatine dabînkirin.

Kurdistan Haberleri

100 hezar şervan dê çawa tevlî artêşa Sûriyeyê bibin?
Bloomberg: Tirkiye plan dike ku çekan bide Sûriyeyê û li dijî HSDyê hevkariyê bike
Trump daxwaza Zelenskyy red kir
Almanya: Li Sûriyeyê ti kes ne parastî ye
Senherîb Bersûm: Diyaloga bi Şamê re vebijêrkeke stratejîk e