Pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê rêyên 15 gundên Amêdiyê vekirin

.

Li devera binarê Çiyayê Garê, di sînorê qezaya Amêdiyê de, 15 gundên ku ji ber şerê di navbera Artêşa Tirkiyeyê û PKKê de hatibûn girtin, niha rêyên wan vebûne. Piştî rawestandina şer, cotkar û niştecihên gundan bi vê pêşketinê gelekî kêfxweş in û hêviya jiyaneke aram û zindî ji nû ve şîn bûye.

Pêştir, ji ber şer û pevçûnan, cotkaran tenê çend saetan dikaribûn biçin bax û zeviyên xwe da ku karên çandinî an çinîna berhemên xwe bikin û bigihînin bazaran. Lê îsal, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, bandoreke erênî li ser rewşa cotkar û niştecihên gundan, herwiha li ser berhemên çandiniyê yên deverê kiriye.

Di nava hefteyekê de, hejmareke mezin ji xelkên wan 15 gundên binara Çiyayê Garê vegeriyane ser mal û zeviyên xwe yên çandiniyê. Peyamnêrê K24 da zanîn, simaq, berhema herî berbelav a çandiniyê ya deverê ye. Li gorî amarên Rêveberiya Çandiniyê ya Dihokê, dahata berhema simaqê ya deverê digihîje 500 milyon dînarî.

Welatiyekî gundê Dêreşê, ku ji ber êrîşên firoke û topên Tirkiyeyê gelek ziyan gihîştibû mal û zeviyên wan, ji K24 re got: "Ev hefteyek e xelkê gund vedigerin ser malên xwe. Dever aram bûye." Wî anî ziman jî, her 15 gund xwedî berhemên simaq, gûz û tirî ne. 

Herwiha wî got: "Em kêfxweş in ku niha em bê tirs dikarin biçin nav baxên xwe û karên çandiniyê bikin."

Wî welatî her wiha destnîşan kir, ji ber topbaran û êrîşên firokeyên Tirkiyeyê, gelek ziyan gihîştiye wan gundan û got: "Mala me jî hatibû bombebarankirin, lê em nemirin. Ev 20 roj in top û firoke me bombebaran nakin û em bêhna xwe vedidin."

Kurdistan Haberleri

Kosret Resûl di salvegera Referandûmê de: Îro rojekê dîrokî ye
Li Pasûrê nobeda gundiyan a li dijî destdanîna ser mêrga wan didome
Ji statûyê ber bi mafên siyasî ve: Entegresyona Kurdên Rojavayê Kurdistanê
Sêmalka dê 24 demjimêran vekirî be û deriyê Qamişlo-Nisêbînê jî tê avakirin
Li Viyanayê Dibistana Kurdî: Deriyê xwe ji 800 xwendekaran re vedike