Petrola Îraqê ji bo hinardekirina di ser Herêma Kurdistanê re gihîşt Kerkûkê

.

Petrola herêmên navîn û başûrê Îraqê gihîşt stasyoneke Şirketa Petrola Bakur a li Kerkûkê da ku bi petrola Kerkûkê re bi rêya boriya Herêma Kurdistanê were hinardekirin.

Li gorî wan agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji Şirketa Petrola Bakur wergirtine, tankerên veguhastina petrola qadên navîn û başûrê Îraqê, derengiya şeva borî gihîştin stasyona "K1"ê ya li Kerkûkê.

Veguhastina vê petrolê ji bo wê yekê ye ku li gel petrola Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve were hinartin.

Plana Wezareta Petrola Îraqê bi wî awayî ye ku rojane 90 hezar bermîlên qadên navîn û başûrê Îraqê bi tankeran biguhêze Kerkûkê û ji wir were hinartin.

Çavkaniyekî berpirs ê ji Şirketa Petrola Bakur ji Rûdawê re got:

"Ew petrola şeva borî gihîştiye ji 90 hezar bermîlan kêmtir e.

Gihandina wan 90 hezar bermîlan pêdiviya wê bi amûrên veguhastinê yên zêdetir heye.

Depoyên K1ê di carekê de dikarin petrola 18 tankerên 36 hezar lîtreyî wergirin."

Li stasyona K1ê 23 depoyên petrolê hene lê niha 13 depoyên wan çalak in ku dikarin heta milyonek bermîl petrol lê were komkirin.

Wî berpirsê Şirketa Petrola Bakur ragihand ku pêdivî ye ew petrola ji navîn û başûr digihe Kerkûkê were depokirin û nêzîkî 10 heta 12 demjimêran were hiştin berî ku dest bi hinartina wê were kirin.

Sedema vê yekê jî paqijkirina petrolê ya ji avê û madeyên din e ku dibe ku kalîteya petrolê têk bibe.

Zêdebûna hinartina bi rêya boriya Kurdistanê

5ê Nîsanê, pompeyên petrolê li stasyona K1ê hatin ceribandin û eşkere bû ku dikare rojane 90 hezar bermîl petrola qadên navîn û başûr li gel petrola Kerkûkê hinarde bike.

Berpirsê Şirketa Petrola Bakur diyar kir ku niha rojane 210 hezar bermîl petrola Kerkûkê û 15 hezar bermîlên Herêma Kurdistanê ji bo Bendera Ceyhanê tên hinartin.

Wî her wiha destnîşan kir ku bi wan 90 hezar bermîlên qadên nû, ew dixwazin hinartina petrolê ya rojane bigihînin 300 hezar bermîlan.

Sedema guherîna rêya hinartinê: Şerê li herêmê

Xwestina bikaranîna Wezareta Petrolê ya Îraqê ya ji bo boriya veguhastina petrola Herêma Kurdistanê piştî wê yekê hat ku ji 28ê Sibatê ve ji ber şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê, hinartina petrola Îraqê ya bi rêya Bendera Besrayê rawestiya.

Ev rawestan ji ber metirsiyên derbasbûna di Tengava Hurmizê de pêk hat.

Ji 18ê Adarê ve hinartina petrola Kerkûkê bi rêya Herêma Kurdistanê dest pê kiriye.

Kurdistan Haberleri

Hewlêr û Bexdayê li ser pergala ASYCUDAyê li hev kir
Rojane 200 hezar bermîl petrola Kerkûkê di ser Herêma Kurdistanê re tê hinartin
Casime Celil 'Jiyana Rewşenbireki Kurd '
Amarên 40 rojên şer: Bi 703 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin
Nêçîrvan Barzanî li ser agirbestê peyamek belav kir