Tê çaverêkirin ku îro 6ê Nîsana 2026an, ji bo cara yekem petrola Basreyê bi rêya xeta boriya Herêma Kurdistanê ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve were hinardekirin. Bi vê pêngavê, bira hinardekirina petrolê ji Kerkûkê bo zêdetirî 330 hezar bermîlan di rojê de bilind dibe.
Jêderekî ji Kompanya Prtrola Bakur (NOC) ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, hemû amadekariyên teknîkî li westasyonên pompekirinê yên "K1" hatine temamkirin, da ku prtrola ji Basreyê tê werbigirin.
Li gorî plana hatî amadekirin, prtrola ku ji Basreyê tê, dê li Kerkûkê bi prtrola kêlgehên wê parêzgehê re were tevlîkirin. Piştre ev prtrola "têkel" bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ber bi bendera Ceyhanê ya li Tirkiyeyê ve tê şandin.
Heman jêderî diyar kir, îro karwanê yekem ê prtrola Basreyê ku ji 90 hezar bermîlan pêk tê, digihe Kerkûkê. Hat zanîn ku veguhastina vê birê prtrolê bi rêya nêzîkî 400 tankerên sotemeniyê hatiye encamdan û piştî gihîştinê, dê rasterast bikeve nav xeta boriya hinartinê.
Bi tevlîkirina prtrola Basreyê re, birê giştî yê hinardekirina prtrola Iraqê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê digihe 330 hezar bermîlên rojane.
Ev pêngava aborî piştî rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ya di 18ê Adara 2026an de pêk tê ku her du aliyan li ser destpêkirina hinardekirina prtrola Kerkûkê bi rêya xeta boriyên Kurdistanê li hev kiribû.
(K24)