Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth, li avahiya wezaretê (Pentagon) li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî civiya.
Hegseth li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku ew li Pentagonê bi Zeydî re rûniştiye.
Çekdanîna milîsên alîgirên Îranê
Hegseth di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser serweriya Îraqê û anî zimên:
"Ji bo kûrkirina hevbeşiya me, divê Îraq serweriya xwe biparêze û wan milîsên alîgirên Îranê bê çek bike ku vê biharê berpirsyarê zêdetirî 600î êrişên li ser karmendên Amerîkayê bûn."
Rola Pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê destnîşan kir ku Amerîka li bendê ye ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê, di nav de Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, di têkoşîna li dijî DAIŞê de pêşengiyê bikin û li pey çû:
"Îraqeke aram rê li ber hevkariyeke xurt a bazirganî û parastinê vedike."
Divê were bibîranîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump jî bi Zeydî re li Koşka Spî civiyabû.