Pêşnîyarek ji bo rewşenbîr û takekesên Kurdistanîyan re

Madem dijmin rê li hember sîyaseta Kurdîstanê girtîye, em dikarin ji hêla însanî, ji hêla ziman û çand de li hember dewletê rawestin. Li vir rola herî mezin dikeve ser milên ronekbir û kadirên serbixwe.

 

Nîhat Akar

 

Em kurd li Bakurê Kurdîstanê, di nav alozîyeke pirr xirab de derbas dibin. Tade û çavtirsandina dewleta dagirker di asta herî bilind de do dike, dest û lingên me bi hev vegirêdaye û em di mala xwe de dîl girtine. Rewşa awerte ji bo me Kurdan her berdewam e. Kar û xebatên partîtî û rêxistinî di nav buroyan de bi sinor mane, qels ketine. Hemû rê li me Kurdan hatîye girtin.

 

Rewşeke wisa de, em çi dikarin bikin? Yan em ê teslîmê vê pêvajoyê bibin, yan jî weke Malkom X dibêje, ji xwe re rêyeke nû peyda bikin. Helbet şirovekirina pêvajoyê girîng e, lê belê ji wê girîngtir guherandina rewşê ye.

 

Di warê şîrovekirinê de tû astengîyên me tune. Bilekis bi hezaran ronekbîr û nivîskarên me hene, ku bi nivîs û gotarên xwe ve rê nîşanê me didin. Lê mixwabin her tişt li wir dimîne. Weka rewşenbîrên xwedî dewletek serbixwe tevdigerin. Ji bîr dikin, ku em milletek bindest in û bi gotinên xweş û baş ve azad nabin. Em her tim xwedî pêşnîyar in, lê di praktîkê  de  xwedî li pêşnîyarên xwe dernakevin, destên xwe nakin bin kevir. 

 

Madem dijmin rê li hember sîyaseta Kurdîstanê girtîye, em dikarin ji hêla însanî, ji hêla ziman û çand de li hember dewletê rawestin. Li vir rola herî mezin dikeve ser milên ronekbir û kadirên serbixwe.

 

Em dikarin giranîya xwe bidin parastina ziman û çanda xwe, ku hemû kurd li ser mutabiq in. Bi yek dest, bi yek deng û ji bin bandora sîyasetê dûr, tevgera zimanê zikmakî ava bikin. Li Bengladeşê çend kesên ronekbîr hatin cem hev û Tevgera Ziman a Zikmakî ava kirin. Bi milyonan Bengladeşî dora wê tevgerê civîyan. Ew tevger him mafê xwe yê ziman destxist û him jî bû sedema azadîya Bengladeşê.

 

Ziman û çanda Kurdî li bakur di bin xeterîyeke mezin de ye û ber bi helandinê diçe. Ev tişt ne tenê partî, me hemûyan eleqe dike. Divê em nebin temaşevanên wendabûna zimanê xwe, em bibin parêzerên wê.

 

Xebateke wek Platforma Zimanê Kurdi li Amedê destpêkirîye. Divê heman tişt li Ewrûpayê jî destpê bike. Em bi hevra dikarin milyonan kurd ji bo parastina zimanê xwe bicivînin.

 

Platforma Zimanê Kurdî, ku ji alîyê 11 partî û kesên serbixwe ava bûye, mixabin bê piştgirî ma. Deng ji diasporayê derneket. Bê xwedî ma.

 

Divîyabû hemû kurd bêyî ku sîyaseta xwe tev vê karê bikin xwedî lê derketana.

Divîyabû li her derê civînên danasîn û pişgirîyê li darbikete.

 

Divîyabû li Ewrûpayê dezgehên sîvîl û demokratîk îmkanên xwe pêşkêşê wan bikirana. Qet nebe her welatê Ewrûpayê, platformê bangê civînên nasandinê bikirana.

 

Gotineke me Kurdan heye dibêje, "gotin û kirin ne xwişk û birayên hev in." Ev gotin rewşa me baş teswîr dike. Lewra gotinên me her bi gotinê dimîne.

 

Êdî wext hatîye ku em xwedî li gotinên xwe derkevin û gav bavêjin.

 

Êdî wext hatîye ku rewşenbîr û takekesên serbixwe jî tevî vê pêvajoyê bibin û li her derê dinê dezgahên pişgirîyê sazbikin, da ku hêdî hêdî dest bi çalakîyên girseyî bikin.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da