Hat îdiakirin ku hikûmeta Sûriyeyê ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê ya di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de nexşerêyeke nû ya ji 12 madeyan pêk tê pêşkêş kiriye.
Plan şertên krîtîk ên wekî radestkirina çavkaniyên enerjiyê, vekişîna ji Reqa û Dêrezorê, tayînkirina Mezlûm Ebdî ya wekî parêzgar û beşdariya takekesî ya nav artêşê li xwe digire.
Li gorî nûçeya kanala Al-Majallayê ya navenda wê li Londonê ye, Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê planeke berfireh pêşkêşî HSDyê kiriye.
Sernavên herî girîng ên plana 12 madeyî ya ku bi salnameyekê ve hatiye girêdan ev in:
Beşdariya Artêşê: HSD wekî ku daxwaz dike ne wekî yekîne yan lîwa, dê wekî "takekes" beşdarî artêşa Sûriyeyê bibe.
Deriyên Sînorî: Hemû deriyên gumrik û sînorî yên li ser sînorê Îraq û Tirkiyeyê radestî birêvebiriya Şamê bên kirin.
Ewlehiya Sînoran: Xeta sînorê Tirkiye û Îraqê bi temamî radestî Artêşa Ereban ya Sûriyeyê bê kirin.
Vekişîna ji herêmên Ereb: HSD ji parêzgehên Dêrezor û Reqayê ku nifûsa wan bi piranî Ereb e bi temamî vekişe.
Çavkaniyên Enerjiyê: Hemû zeviyên petrol û gazê û tesîsên wan radestî birêvebiriya Şamê bên kirin.
Av û Bendav: Kontrola bendav û tesîsên avê radestî hikûmeta navendî bê kirin.
Birêvebiriya Hisîçayê: Li parêzgeha Hisîçayê di navbera Şam û rêveberiya xwecihî de "îdareyeke hevpar" bê avakirin.
Pêşniyara Parêzgariyê: Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî wekî Parêzgarê Hisîçayê were tayînkirin.
Nûnertiya di Hikûmetê de: Postên bilind ên hikûmetê yên wekî Alîkariya Wezîrê Parastinê û Karên Navxwe bidin nûnerên Kurd.
Beşdariya Siyasî: Destûr bê dayîn ku nûnerên Kurd beşdarî Parlamentoya Sûriyeyê bibin.
Naskirina Mafan: Naskirina fermî ya mafên Kurdan li gorî biryarnameya ku Serokkomar Ehmed Şer rojên borî derxistibû were teyîtkirin.
Mezlûm Ebdî qebûl nekir
Çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîn diyar kir ku pêşniyara navborî ji aliyê Wezîrê Karên Derve Eshed Şeybanî ve hatiye amadekirin da ku pêşkêşî HSDyê bikin.
Lê rojnameger Amberîn Zamanê ragihand ku Ebdî ev pêşniyar qebûl nekiriye.
Tê çaverêkirin ku Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack îro li Şamê bi Ehmed Şer re van madeyan gotûbêj bike.
Li aliyê din hat ragihandin ku Şer dê roja Sêşemê serdana Berlînê bike û piştre derbasî Davosê bibe.
RÛDAW