Pêşmergeyê ku pê li mayînê kir şehîd ket

.

 Li bajarokê Amêdiyê yê Dihokê ve, pêşmergeyê bi navê Mihemed Ehmed Mistefa di encama teqîna mayîneke çandî de şehîd ket.

Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Pêşmerge Mihemed Ehmed Mistefa ku li yek ji xalên leşkerî yên li nahiya Kanî Masê ya bajarokê Amêdiyê wezîfedar bû, îro di dema wezîfeyê de pê li mayîneke ku berê hatibû çandin kir.

Wezaretê ragihand ku Pêşmerge Mihemed Ehmed Mistefa di encama teqînê de şehîd ketiye.

Her wiha wezaretê da zanîn bûyer saet derdora 15:00an çêbûye û cenazeyê wî birine Bijîşkiya Dadî ya Dihokê

Li gorî wezaretê Pêşmergeyê ku şehîd ketiye ji Akrê ye.

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand