Peskov: Rêkeftina S400an di qonaxa cîbicîkirinê de ye

Peyvdarê Krêmlînê dibêje ku rêkeftina sîstemên S-400an a bi Tirkiyê re di qonaxa cîbicîkirinê de ye û ew han didin ku bi zûtirîn dem cîbicî bikin.

Peyvdarê Krêmlînê dibêje, rêkeftina sîstemên S-400 ya bi Tirkiyê re di qonaxa cîbicîkirinê de ye û hewl didin gavek zûtir radest bikin.

Peyvdarê Krêmlînê Dmitriy Peskov, li Moskowê, derbarê rêkeftina S-400 ya bi Tirkiyê re, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Da xuyakirin, pêwîst nîn e Enqere di derbarê damezrandina grûba hevbeş a Amerîka-Tirkiyê de agahî bide wan, ji ber ku, ev ne mijara Moskow e. Da zanîn, ew bi hevparên xwe yên Tirk re hewl didin rêkeftina radestkirina sîstemên S-400 gavek zûtir cîbicî bikin, ku di qonaxa radestkirinê de ye û Tirkiye dikare planên xwe bi welatên sêyemîn re gotubêj bike.

Tirkiye ji Amerîkayê dixwaze grûbek hevbeş diyar bikin, da ku li ser sîstemên S-400 lêkolîn bikin, a ya liser sîstemên NATO metirsîdar e yan na. Amerîka hîn bersivek erênî nedaye. Lê ligor medya cîhanî, Trump bi erênî pêşwaziya pêşniyara Erdogan kiriye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê