Pêşbîniya enflasyona dawiya salê heta %23.5 bilind bû

Bankaya Navendî ya Tirkiyê, pêşbîniya enflasyona dawiya salê heta ji %23.5an bilind kir û ragihand hêdîbûna çalakiyên aborî jî dê berdewam bibe.

Bankaya Navendî raporta xwe ya çaremîn û dawî ya îsal eşkere kir. 

Di raporta ku ji aliyê Serokê Bankaya Navendî Murat Çetinkaya ve hate eşkerekirin, pêşbîniya enflasyona dawiya vê salê hate bilindkirin.

Bi vî awayî pêşbîniya enflasyonê ji % 10.1 zêde bû û gihîşt 23.5an.

Li gor raportê, di çaryeka sêyem de, hêdîbûna çalakiyên aborî berdewam in û herwiha di çaryeka sêyem de, hêdîbûna mezinbûna krêdiyan jî hê berbiçavtir didome û buhaya neftê jî ji 73 dolarê gihîşte 75 dolarê.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand