Pervîn Chakar dê perwerdeya masterclassê bide: Serlêdanan dest pê kir

.

Sopranoya navdar a Kurd Pervîn Chakar, li Ameda Bakurê Kurdistanê dê perwerdeyeke masterclass a muzîkê bide.

Perwerde dê di navbera 10-11ê Îlonê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bê dayîn û 2 rojan biajo.

Hat ragihandin ku ji bo perwerdeyê dê 10 ciwanên jêhatî yên di navbera 18 û 30 salî de bên hilbijartin.

Ew ciwan dê 2 rojan ji Chakarê perwerdeya şanê ya taybet (yek bi yek) werbigirin û di dawiya bernameyê de li gel wê derkevin ser dikê û konserekê bidin.

Serlêdan heta 1ê Îlonê ye

Dîroka dawî ya serlêdanê 1ê Îlona 2025an e. Namzed divê qeydên vîdyoyê yên ku tê de herî kêm du berheman dibêjin, bişînin navnîşana masterclass.pervinchakar@gmail.com. Yek ji wan berheman jî divê bi Kurdî be.

Ji bo agahiyên berfirehtir serlêder dikarin bi hejmara 0 542 307 57 53 re têkilî daynin.

Sopranoya Kurd mizgînî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kiribû û dabû zanîn ku ev xeyaleke wê ya kevn bûye.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne