Pentagon: Serbazên tirk nakevin navenda Minbicê

Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê ragihand ku serbazên Tirkiyê nakvin navenda Minbicê.

Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon di derbarê rewşa bajarê Minbicê de axivî û ragihand ku li gor rêkeftina Amerîka û Tirkiyê serbazên tirk nakevin navenda Minbicê û diyar kir ku tenê li derveyî bajar dê dewriyeyên herdu aliyan berdewam bikin.

Pahon di derbarê rewşa bajarê Idlibê de jî ku niha Artêşa Sûriyê û Rûsya amadekariyên rizgarkirina wî bajarî dikin, diyar kir ku divm rê li ber karesatekê bê girtin.

Tê diyarkirin ku Tikriye dê 20 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê bişîne Idlibê, Pahon di derbarê vê yekê de jî diyar kir ku ew gavên Tirkiyê yên ji bo ewlekariya sînorê xwe bi rêzgirtin pêşwazî dikin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê