Pêntagon: Komandoyên me li ser daxwaza Turkiyê çûne Sûriyê

Pêntagon: Komandoyên me li ser daxwaza Turkiyê çûne Sûriyê

 

Pentagonê piştraskir ku wê bi dehan komandoyên xwe li Sûriyê bicihkirine jibo piştgirtina pêşveçûnên tirkan û hevalbendên wan ên bi ser leşkerê Sûriyê yê azad ve ber bi bajrê Al Bab ê stratîcîk ve.

Ajansa AFP li ser zarê  berdevkê Pentagonê Jeff Davis vediguheze ku komandoyên wan li gel hêzên tirk û grûpên leşkerê azad di pêşveçûnê de ne, jibo pakkirina sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê li seranserê herêma ku Cerablusê bi Al Ra'î ve girêdide ji DAIŞÊê

Biriyarar şandina hêzên taybet ên Amerîkayê jibo Sûriyê, li gor AFP, di civîna di navbera sererkanê hevbeş ê hêzên amerîkî, General Josef Dunford û hevpîşeyê wî yê tirk, General Hulusi Akar, di civîneka NATOyê de, ku vê dumahiyê li Kroatiyayê lidarketbû hatiye standin.

Ev pêngava Amerîkayê di demekê de tê ku, Washingtonê nerazîbûna xwe diyarkir li hemberî astengkirina gihiştina alîkariyên mirovî jibo bajarê Helebê ku ji aliyê hêzên rejîmê ve dorpêçkiriye. Amerîka dibêje ku ew dê hevkariya xwe li gel Moskoyê rabigrê heta ku ew Esed nede "Qan'kirin" ku pêwîste ew pabendiyê bi agirbestê bike, û rê li ber gihiştina alîkariyên mirovî jibo deverê dorpêçkirî veke.
(E.B)

Rojhilta Navîn Haberleri

Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin