Pentagon: Ji ber êrîşa ser binkeya Eyn Esed karmendekî canê xwe ji dest da  

.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku di êrîşa mûşekî ya îro de bo ser bingeha leşkerî ya Eyn Esed a li Iraqê ku leşkerên Amerîkî, Hevpeymanan û Iraqê lê dimînin, belênderek hatiye kuştin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê John Kirby got; ew belênder "Dema di rewşa xweveşartinê de bû rastî rawestana dil hatiye" piştî demek kin jiyana xwe ji dest daye. Kirby diyar kir ku weke din ti kesên din li bingehê birîndar nebûye.

Piştî ku hefteya borî Amerîka bingehên milîsên piştevanên Îranê li dirêjahiya sînorê Iraq-Sûriyê kiribû armanc, ev êrîşa herî nû bû.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand