Pentagon: Emê di dem û cihê pêwîst de bersiva êrîşa Eyn Esedê bidin

.

Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Lloyd Austin, derbarê êrîşên ser baregeha Eyn Esed a li Iraqê de ragihand, ew ê di dem û cihê pêwîst de bersiva êrîşa Eyn Esed bidin.

Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Lloyd Austin, 7ê Adarê roja Yekşemê ji kanala ABC ya Amerîkayê re axivî û got, ew bi pêwîst dizanin bersiva êrîşa ser binkeya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê ya Iraqê bidin û berjewendiyên Amerîkayê biparêzin û dawî li êrîşên moşekî yên ser hêzên Amerîkayê bînin.

Lloyd Austin diyar kir, aliyên Iraqî hatine erkdarkirin ji bo lêkolînê derbarê wê bûyerê û encamên wê de bikin û êrîşkaran eşkere bikin.

Austin tekez kir, ew ê bersiva êrîşa serbazî bidin û bi pêwîst dizanin û di her dem û cihê pêwîst de ew ê bersiva êrîşa Eyn Esedê bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di encama êrîşa moşekî ya Çarşema borî de ku li ser binkeya serbazî ya Eyn Esed a Amerîkayê li Enbarê pêk hatibû, karmendekî li baregehê can dabû.

Rojhilta Navîn Haberleri

Pûtîn peymana hevkariya bi Îranê re îmze kir
Dujarric: Peyama NYyê ya ji bo Şeybanî avakirina welatekî mozaîk e
Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir