Pentagon: Daxuyaniyên Rûsyayê yên derbarê bikaranîna çekên nukleerî gelek metirsîdar in

.

Pentagon: Washington bi berdewamî çavdêriya her tevgereke Rûsî ya barkirinên çekê kîmyayî û biyolojîk dike.

Berpirsekî payebilind ê Pentagonê piştrast kir; Amerîka çavdêriya hêzên Rûsyayê dike da ku veguhestina madeyên biyolojîk an kîmyewî bo Ukraynayê aşkere bike.

Wî berpirsê Amerîkî got: Washington bi berdewamî çavdêriya her tevgereke Rûsî ya barkirinên kîmyayî yan biyolojîkî di nava cebilxaneyan de dike, herwiha çavdêriya tevgerên nukleerî yên Rûsyayê jî dike.

Herwiha got: “Me guhertinek di reftarên navokî yên Rûsyayê de ku daxwaza aktîvkirina planên rêgirtinê dike nedîtiye. Got jî; daxuyaniyên Rûsyayê yên derbarê bikaranîna çekên nukleerî gelek metirsîdar in.

Da zanîn jî, Mosko heta niha bi zêdetir ji 1100 mûşekan Ukrayna bombebaran kiriye. Hêzên Rûsî di deh rojên borî de sivîl û avahiyên niştecihbûnê bombebaran kirin, ev jî digihe asta tawanên şer.”

Ev daxuyaniya wî berpirsê Amerîkî piştî wê yekê tê, Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ji CNN re got; eger Rûsya di çarçoveya şerê bi Ukraynayê re rûbirûyî “gefeke hebûnê” bibe, dê çekên nukleerî bikar bîne.

Peskov got: “Konsepta me ya ewlekariya navxweyî heye, ew jî aşkere ye. Hûn dikarin hemû sedemên bikaranîna çekên nukleerî bixwînin. Ji ber vê yekê eger gefeke hebûnê li ser welatê me hebe, em dikarin  wî çekî bikar bînin.”

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir