Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Danimarkê xwepêşandanek saz kirin

Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Danimarkayê li dijî biryareke hikûmeta wî welatî ku dixwaze penaberan bişîne giravekê xwepêşandan saz kirin.

Îro li paytexta Danîmarka bajarê Copenhagen penaberên Rojavayê Kurdistanê li dijî pêşniyarek ku ji aliyê partiya Sosyalîsta Demokrat ku di derbarê penaberan de pêkêşî parlemana wî welatî hatiye kirin, dest bi xwepêşandanekê kirin.

 

Penaberên Rojavayê Kurdistanê herweha biryar e li bajarê Alborg Aarthus bi heman awayî xwepêşandan saz bikin.

 

Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Danîmarkê di xwepêşandana xwe de daxwaz ji parlemana wî welatî kirin, ku pêşniyara pêşkêşî parleman hatiye kirin di derbarê vegerandina penaberan bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de bê rawestandin.

 

Kesên ku penaberiya wan qebûl nabe, yan jî sûc kiribûn û hatibin cezakirin, hikûmeta Danîmark, plan dike wan bişîne  grava Lîndhomê ku berê heywanên nexweş li wê derê hatibûne bicîkirin.

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê