Pelosi bang li Fîlîstîn û Îsraîlê kir: “Agirbesê ragihînin”

.

Seroka Meclisa Nûneran ya Amerîkayê Nancu Pelosi ragihand ku jimara kuştiyan ya navbera Fîlîstîn û Îsraîlê zêde bûye û divê di navbera wan de agirbes bê kirin. Pelosi ragihandina xwe bi awayekî nivîskî kir û got ku mafê Îsraîlê heye xwe li hemberê Hamasê biparêze û wê desteka Amerîkayê bo Îsraîlê her wext dewam bike. Pelosi weha got:

“Heftekî zêde ye ku şer heye û aşkeraye ku pêdivî bi agirbesekî heye. Bo şiddet bi dawî bibe, bo li mafên Fîlîstîniyan û Îsraîliyan rêz bê girtin, divê her dû teref hewlên baş bidin.”

Pelosi her weha got ku divê rêya çareseriyê ya herî baş avakirina du dewletane.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê