PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI RUHAYÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN

.

PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI RUHAYÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN

Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê (PÊLKURD, PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTAN -PSK, PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ -PWK, TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ -VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ) piştî konferansên Qoser û Îzmîrê, roja 20.06.2026ê li bajarê Ruhayê, bi armanca yekîtîya neteweyî konferansa xwe ya sêyemîn li dar xistin.

Konferans li Baroya Ruhayê, li Hola Konferansê ya Parêzer Tahîr Elçî hate li dar xistin.

Dîwana konferansê ji van kesayetan pêkhat: Li ser navê kesayetîyên serbixwe Şexmûs Ulek, li ser navê PWKyê Adnan  Ozbîngol, li ser navê PSKyê Reşat Dungul, li ser navê PÊLKURDê Halûk Gokalp, li ser navê VEJÎNê Mustafa Dilsoz.

Di destpêka koferansê de ji bo şehîdên Kurdistanê deqîqeyekê bi sirûda neteweyî Ey Reqîb rêz hate girtin.

Paşê bi dore, Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, li ser navê kesayetîyên serbixwe Alî Oncû, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, rêvebirê PÊLKURDê Fûat Onen, nûnerê VEJÎNê Necmedîn Ruhayî axivîn.

Piştî axaftina nûnerên Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, gelek beşdrên konferansê bîr û rayên xwe anîn zimên, pirsên xwe kirin.Axaftvanên konferansê jî bersîv dan û gotinên xwe yên dawî gotin.

Li gel rêvebir û endamên alîyên ku ev konferans organîze kirine, Berpirsê ENKSyê Muslim Mihemed û heyeta ENKSyê û rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd beşdarî vê konferansê bûn.

Konferansa ku li Ruhayê hate li dar xistin, bawerî û hêvîyên ava kirina temsîlîyeteke neteweyî, li Bakurê Kurdistanî geştir û xurtir kir.

Hate ragehandin ku di roja 27.06.2026ê de dê li bajarê Wanê konferansek bi li dar xistin.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan