Pêla naskirina Filistînê û berteka Netanyahu: ‘Çima Kurdistanê nas nakin?’

.

 Yair Netanyahuyê kurê Benjamin Netanyahu got, “Çima Fransa, Spanya, Îrlanda, Brîtanya, Norweç, Portugal, Kanada, Almanya, Malta û Slovenya, Kurdistanê nas nakin?”

Piştî ku hejmarek welatên Ewropa û Kanadayê ragihand ku ew dê dewleta Filistînê nas bikin, Yair Netanyahuyê kurê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bertek nîşan da û bi parvekirina Alaya Kurdistanê pirsî çima heman welat Kurdistanê nas nakin.

Di demên dawî de, ji ber şerê li Xezeyê û zextên navneteweyî yên ji bo çareseriya du-dewletî, pêleke nû ya naskirina dewleta Filistînê dest pê kir.

Welatên wekî Spanya, Norweç û Îrlandayê pêşengiya vê pêlê kir û li pey wan Fransa, Portugal, Brîtanya, Kanada, Almanya, Malta û Slovenyayê jî ragihand ku ew dê dewleta Filistînê nas bikin.

Ev gav wekî zêdekirina zexta siyasî ya li ser Îsraîlê tê şirovekirin.

Li hemberî vê pêlê, kurê Serokwezîrê Îsraîlê Yair Netanyahu ku bi nêrînên xwe yên tund tê naskirin, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê helwesta welatên Rojava rexne kir.

Netanyahu Alaya Kurdistanê belav kir û bal kişand ser rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn û pirsek arasteyî wan welatan kir:

“Kurd, bi nifûseke nêzîkî 45 milyonî, li cîhanê miletê herî mezin ê bêdewlet in.

Ew sekuler in û hevpeymanên Rojava ne.

Axa wan di navbera Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê de hatiye dabeşkirin û dagirkirin.

Çima Fransa, Spanya, Îrlanda, Brîtanya, Norweç, Portugal, Kanada, Almanya, Malta û Slovenya, Kurdistanê nas nakin?”

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin